AAAAAAAA




<اهلآ /اهلآ وسهلآ بكم في موقع ايزيدخاننا موقع يزيدي حرعاش الشعب الأيزيدي عاش الأيزيديتي وعاش الأيزيدخان


center>


...Bxêr Bhên Méhvanén Brûmêt Îíbo Malpêra Gêlê Yêzídxanê Dêngê Bên Dêst û Zûlm Lsêra Dêngê Gêlê Haftí û Dê 73 Fêrman Lê Rabûí Mêltê kû Bdrêîía Dírokê Têm Goştênû Talan û Zolm Lêser û Hêrdêm Bhíví Kû Çarêkê Bê Têrs Bbêîít Êz Yêzídí Mê Êgêrê damzêrandêna Vê Malpêrê Êûê Kû Bhamû Şíanên Xo Bkarín Xêzmeta Aolû Nêtawa Yêzídí Bêkêín Hívídarín kû Bkarín Lgor Şíanên Xo Xêzmêta Yêzídíatíê Bkêín Malpêra Aêzídxana mê Mala Hêr Yêzídíêkí ía Lêhêr Dêrê Bít Farêq Nínê Yêzídí Hamû Branê Bhíví Mê Kû Êgrtêna Gêlê Mê Xort Têr Bêbê û Têvda Dêngê Xo û Dêste Bêden Hêv Îíboí Kû Êm Îí Mína Hêr Ênsanêkí Kû Lêsêr Rûê Ví Êrdí DÎít Êm Îí Azad û Sêrbêst BÎín Lê Wêlatê Xo Aêzídxanaê Slav Îíbo Gêlê Mê Lê Hêrdêrê Dêm Baş Slavû Rêz Îí Malpera Aêzídxana Mê



Herzlich Wilkommen auf der Seite Aezikanna Wilcocome to Aezidkanna


 

018172312240330




الرئيسية
نشرة الأخبارفي موقع ايزيدخاننا
شعر
ئيزدياتي
ئيزيدخان تى فى
مناطق الأيزيدية
مواقع
صور مقدس ومبارك
Shinuaren me
فنانين الأيزيدين
اغاني العراس
اغاني العرابي
طوافات الأيزيدية
ظلم ولغدر
صور لالش المبارك
اخبار
رياظة
افلم كارتون الطفال
كلمة الموقع
المرأة
اغاني تركي
تعازي
تهاني وتبريكات
يزيدي1 تى فى
اغاني متنوع
فيديو كليب
مواقع المانية
Tvتلفزيون
رسام الأيزيدين
فيديو عرابي
Polls
دفتر زوار
موقع ئيزيدخاننا
Toplist
دفتر زوار2
Counter
Newsletter
صور
اغاني عن الغربة:
افلم عرابي
غرفة موقع ئيزيدخاننا
رايوئيزيدخاننا
ما ننساك يا (بارز)
حكايات الكبار
Cirok u Serhati
قصائد العاشقين
كاميرة خلفية
شباب وشابات الأيزيدين
مواقع شخصيات الأيزيدية
ديانات
تاريخ
شؤن سنجار
صور شهداءنا كارثة سنجار
اعياد ومناسبة الدينية
الفرمانات
Mem u Zin
موسقة واغاني الأيزيدية Mp3
لقطاطة فيديو كارثة سنجار
لقطاط صور فرمان 73في سنجار
فيديو عن كارثة شنكال
خدمات
العاب
اغاني فلكلورسنجار االحبيب
تعارف بين الأيزيدين
غرفة ئيزيدخانا مه
شؤون عراق
الصحة
ثقافة وأدب
عجائب وغرائب
البوم الصور
عالم الطيور
مكونات الشعب العراقي
المطبخ
hjhj
اعرف وزنك المناسب
نغمات موبايل عربية
صور متحركة
صور ورود
من سيربح المليون
صور قلب
حروف مع أزهار
عكس متحرك
تصاویر متحرک
صور نجوم
صور رمزيه
صور ترحيب
صور يوم سعيد
كود دخول بريد الياهو من موقع
Hidden pages
تعليم اللغة
موقع ايزيدخاننا
Yezidi
اغاني الوطنية العراقية
مقالات عم العزيز اسماعيل جعفر
موقع ايزيدخاننا بلغة الكرمانجية
Suud
المعرض صور
Title of your new page
مقالات السيدابراهيم سيدو
خدمة زواج الأيزيدية
hf
ظلم على اخوة المسيحين
اغاني سعدي البياتي
موقع ايزيدخاننا بلغة المانية

/>
www.alqush.com
موقع ايزيدخاننا


 
 

شخصيات الأيزيدية الصورة الرمزية ahmed shingaly
احمد شنكالي الصورة الرمزية ابو خالد
إسماعيل جعفر


للحصول على حروف عربية ، إن لم تكن موجودة في جهازك عدد الزائرين لحد الآن
free counters
Free Blog Content
roseicon

 


2222222222

 



اهلآ وسهلآ بكم في موقع ئيزيدخانا مه
 

 

كتبهابحزاني نت ، في 20 يونيو 2008 الساعة: 04:29 ص

 

Qewlê Lawikê Pîrano
 
1- hey lawekî pîrano :
heyameka denga me bê
te me’nî heyne ceng bi nîşan ….
 
2- hey lawekî pîrano :
yarî hene heya diken
denga dibên te pêwanî rikêba
destê wan yî li celewa
çavê wan mi’eleq li stêrra di mînî  li hewa….
 
3- hey lawekî pîrano :
min cindî siwarek di vêt ji malêt adîya
û min minêdîyek ji mêra meleka biçite ser banêt bilind bang di dêrî
bor berdaye bora bînî
bo bestîya havil birî ….
 
4- hey lawekî pîrano :
şêr derketin ji bîşa
bazî firîn ji mewtina
feqîrêt xudan kerem rabûn ji ber berêt mêrava….
 
5-hey lawekî pîrano:
ev dinya bi çî dimînî ?
bi dilê ne layîqa û aşiqê peza kuvî dimînî .
nalînêt min di ên weke yêt dil bi birîna  
û erzinkêt min di ên weke yêt dil bi kovana
xozî li pê wan nalîn û erzinka ez bi çobama ….
 
6- hey lawekî pîrano :
heke te ne kivanî  kişandî
û heke te ne tîrek meşyandî
û heke te ne birînek xiweyandî ….
 
7- hey lawekî pîrano :
heke te ne kivanî kêşayî
û heke te ne birîne xiweyayî
û heke te ne tîre meşyayî ….
 
8- hey lawekî pîrano :
her kêlekê kalyek
û her milekî nalyek .
ew hala besta zumanî
heta kirim nekevne binê dinanî
kale kala cegerê ne birî ji batmanê ….
 
9- hey lawekî pîrano :
ew halê wî bê hîvî
û heta kirma didanê wî jî nekire nîvî
kale kala cegerê ne birî ji hîvî ….
 
10- hey lawekî pîrano:
ev dinya bi çî dimînî ?
bi dilê ne layîqa di mînî
mîna berxekî wekî beharê û seyadê mîra ji ber makê bi hilînî ….
 
11- hey lawekî pîrano :
heke tu ney mal hiştî
û heke tu ney dil birijtî
û heke tu ney gîyan kuştî ….
 
12- hey lawekî pîrano :
mal hiştîya malê xiwe di vêt
 û dil birijtîya dilê xiwe divêt
û gîyan kuştîya gîyanê xiwe divêt ….
 
13- hey lawekî pîrano :
her kêlekê kalyek
û her milekî nalyek .
belê te ne rastîya zimêne
û te ne sunda bi sultêne
belê evebû xilmeta te lê gîyan dida ….
 
14- hey lawekî pîrano :
wextê te mertal havête nêva mila û te xirrand
û te maş û cembeqî ji mîrê mezin distand
lew mîrê mezin berê xiwe ji te werdigêrand ….
 
15- hey lawekî pîrano :
zemanekî birme mezin meydana meleka ,
 min kor dîtin bi dav û dahol
xendek hebûn bi nehîn
min zor di wan kor û xendekada dîn
ewin yêt ser gerdenî û gêla cehnîv bi nehîn
belê ser rumê wan şikestî ….
 
16- hey lawekî pîrano :
leng nebe da leng te ne xiwînin
xiwe bi ruma rastîyê venê ,
bila te bi dest ne vekişînin
pêt lenga di rikêbada namînin
destê lenga sêfa na qefilînin
xam û inkar , leng û berdoleng dê li xurbetêt giran da mîmin
belê dilê xiwedan îman û xiwedan irkana ,
çu cara ji mêr û muhebeta sultan şîxadî xalî na mînin ….
 
17- hey lawekî pîrano :
rojekê dê pêyêt lenga ji rruyê vê xirabe fênîyê kişînin
û dê zîna ser kivalara xiweşînin
û xam û inkar leng û berdoleng dê di xurbetêt giranda mînin
belê dilê xiwedan îman û xiwedan irkana ,
ji mêr û muhebeta sultan şîxadî na mînin ….
 
18- hey lawekî pîrano :
here kind neke borê teye
avê bidê bi sehet
cehî bidê bi qîyas
bejneke te ye bilind
gerdeneka te ye xas
rast pajo bi rêda
êba serê sumê derke
ji ew paş borê xiwe li mezin meydana melka bi sereder ke ….
 
19- hey lawekî pîrano :
zemanekî ez birme mezin meydana meleka
min dît ezî cindî û borê min borê cindîya
û silyêt min pêlê dikirin silîyêt ceng çîya ….
 
20- hey lawekî pîrano :
zemanekî ez birme mezin meydana melka ez ney cindî
borê min ne borê cindîya
û silyêt min pêlê dikirin ne silyêt ceng çîya ….
 
21- hey lawekî pîrano :
ez birme ber dolenge
borê min kêşane ber xerbende
silîyêt min bune silîyêt lenge
hey ho te malik nebit wêran ,
te şermezar kir lawikê pîre….
 
22- hey lawekî pirano:
birênê mêlê çî kir
xiwe di dilê sultan Birahîm bi cî kir
lew sultan Birahîm xoristan terk kir ….
 
23- hey lawekî pîrano :
sultan Birahîm terk kir xoristane
nedera xiwe da nedera xasane
lew bû rêzanekî ji wan rêzane….
 
24- hey lawekî pirano :
mêra mîre
ronaya dilêt feqîre
bar tê nebit çu cerig kure ….
 
25- hey lawekî pîrano:
mêra meleke
ronaya dilêt aşiqe
bar tê nebit xiwedanêt şike ….
 
26- hey laweki pîrano :
mêra meleka fesale
û ciwanê bi çite bale
dest kuja wî ye helale ….
 
27- hey lawekî pîrano :
mêra meleka heqîqete
û ciwanê bi balve di herite
û pîrînyekê lê di kete
dê ji êbê betal kete ….
 
28- hey lawekî pîrano :
dê betal ket ji êbê
û di pişt êk û duda meken xêbê
lêk rûnên bi heqîya Şîxadî û melik Şêx Sin ,
vêkra bi ken heq û hisêbê ….
 
29- hey lawekî pîrano :
banga mine bo xudanêt me’rîfetê
 mêra meleka bi kefte sunetê
nekefte xulfetê
îro dinyaye , sube bangê axretê ….
 
30- hey lawekî pîrano :
banga mine bo xiwdan esla
ne bo bê esla
xiwedan esil bo xiwe vedşêrin
belê bê esil nizanin bo xiwe veşêrên
di çine ser banêt bilind û bang di dêrin ….
 
31- hey lawekî pîrano :
sil nabin çekêt cindîya
xalî nabit ji dilêt şewqîya
mêr û meleke xalî nabin ji mezelêt pis adîya ….
 
32- hey lawekî pîrano :
zemanekî birme mezin meydana meleka
min sê kor di dîtin di kûr di tarî
min cindîyêt mîr di dîtin di dîwanî
ew di mejxulin bi surra sultanî ….
 
33- hey lawekî pîrano :
li te cayîze mêrê derwêş sê borêt wî di rabest hebin
şehekî cergehî
kimêlekî meydanî
bozekî roja qetlê ….
 
34- hey lawekî pîrano :
av na minit , ile selîbek ji selîbêt kanîya
û gîya jî na mînit , ma , li mêrgekê ji mêrgêt eslîya
mêr û meleke xalî nabin ji mezelêt pis axîya ….
 
35- hey lawekî pîrano :
min zênare li wê rojê
li zavîyê li zinarê li axir rojê
dê bi çengilê xafil û zalima girin û havêjne binê dojê ….
 
36- hey lawekî pîrano :
hola mine dure dirêj
min cindîyêt mîr dîtin di mest ne di gêj
borê xiwe bestibûn ji mêj ….
 
37- hey lawekî pîrano :
heke tû ney aşuq
û heke tû ney me’şûq
û heke te stêrek nebit li foq
tû dê çawa bi sûra pedşay bîye serê coq ….
 
38- hey lawekî pîrano :
heke te ne dilî kul
û heke te ne çavî zil
 û heke te ne zimanî şil
tû dê bi kê key , û tû dê çawa bi surra pedşay bîye miraz hasil ….
 
39- hey lawekî pîrano :
heke te ne ser zenge lêvano
û heke te ne cehwerî li baskano
û heke te ne alînga nêva çavano
tû dê çawa bi sûrra pedîye bîye ser coqano ….
 
40- hey lawekî pîrano :
rojekê coqetêt zîyareta ,
dê pisêt pîra di ber berê mîrave xuşînin
pisêt pîra dê gilî û gazindêt vê xirabe fênîyê li ba mîrê xiwe gehînin
û pisêt pîra dê li ba mîrê xiwe rû spî mînin
xam û inkar û leng û berdoleng ,
dê di xurbetêt giran da mînin
dilê xudan îman û xudan irkana ,
çu cara ji mêr û muhbeta sultan Şîxadî xalî na mînin ….
 
41- hey lawekî pîrano :
rojekê coqetêt zîyareta ,
sicadêt kevne berana ,
dê di ber berê mêrave xuşînin
dê kevne berana ji toz û xubarêt vê xirabe fênîyê da weşînin
û kevne beran dê bi dêrevanêt bilindve lezînin
û kevne beran dê gilî û gazinêt vê xirabe fênîyê li ba mîrê xiwe gehînin
û kevne beran dê li ba mîrê xiwe rû spî mînin
xam û inkar leng û ber doleng dê di xurbetêt giran da mînin
dilê xudan îman û xudan irkan çu cara ji mêr û muhbeta sultan Şîxadî xalî na mînin….
 
42-hey lawekî pîrano :
ka ew durra ron di enya teda ?
ez nizanim ne te li temaya malê dinê da
û ne te reda nefsê da ….
 
43- hey lawekî pîrano :
belêkem belê
ew durra ron di enya min da
ne min li temaya malê dinê da
û ne min li rreda nefsê da
hew çerix û felekêt min li ba mîrê min man
felek gur bû hat û xiwe lêda ….
 
44- hey lawekî pîrano :
min gelek li vê dinyayê dîtin bi nav
û li axretê di bê nav ….
 
45- hey lawekî pîrano :
min gelek li vê dinyayê dîtin di bê nav
û li axretê bi nav …..
 
46- hey lawekî pîrano :
telbeya mîr bi ke
qest bi ke mezelêt pîra
mezelêt pîra meskenêt mîra
mîr wê li qatê heta roja om li qîyametê …..
 
47- hey lawekî pîrano :
telbeya hêkim bi ke
qest bike dilêt momina
dilêt momina meskenê hêkima
hêkim wê li qatê heta roja om li qîyametê ….
 
48- hey lawekî pîrano :
telbeya şêra bi ke
qest bi ke bîşêt tarî
bîşêt tarî meskenê şêra
şêr wê li qatê heta roja om li qîyametê …..
 
49- hey lawekî pîrano :
telbeya baza bi ke
qest bi ke dêrevanêt bilind
dêrevanêt bilind meskenêt baza
baz wê li qatê heta roja om li qîyametê ….
 
50- hey lawekî pîrano :
rojekê terqênîyek dê kefte erşane
û zumênîyek dê kefte qebirstane
ruh dê kevne ber hestîyan û xiwane
bira dê bakene birane
da bo xiwe bikeyin xêrane
îro ese li me axir zemane ….
 
51- hey lawekî pîrano :
rojekê axir zeman di bî
û terqênî li erşan di bî
û xubare li çîyan di bî
û ne kesî kesan di bî
û ne babê pisan di bî
û xam û inkar leng û berdoleng li wêderê nuqsan di bî
haweke yar û birêt axretê bi saxî bi ser gunekarêt biran di bî ….
 
52- hey lawekî pîrano :
rojekê dê pira zirav di derê dojêrra rakişînin
û zebênî dê bi gunekarave lezînin
şubêt gelek mêra
û cênîkêt gelek hurmeta
dê di destê zebênîyada mînin ….
 
53- hey lawekî pîrano :
rojekê xutbê di bî
qazî bi xiwe Xude dibî
hezar pê şun bi êkî di bî
ne xiwezîya ruha inkêr di bî
sed xozma mine bi wê ruhê emelê wî çê di bî ….
 
54- hey lawekî pîrano :
ewê rojê hezîm di bî
û qazî bi xiwe kerîm di bî
ne xiwezka bi ruha derewîn di bî
xiwezka mine bi wê ruhê amîn di bî ….
 
55- hey lawekî pîrano :
rojekê cebar di bî
kursîya pedşayî li xiwar di bî
ne xiwezka ruha inkar di bî
xiwezka mine bi wê ruhê xudan qiryar di bî ….
 
56- hey lawekî pîrano:
roja om li qîyametê
kes bi kêr kesî ne tê
yan şêxekî heqîqetê
yan pîrekî me’rîfetê
şêx û pîr hosta û merebî yar û birêt axretê
ew ferin bo me û sûnetê
îro dunya û subey bo bangê axretê ….
 
57- hey lawekî pîrano :
sultan êzî di bêjit :
bakene malêt adîya û bînin
û zebênî dê bi gunekareve lezînin
heke bi xoşi ne da ?
dê bi kotekî jê stînin ….
 
58- hey lawekî pîrano :
cêşekî xedare
û zebênî wê di kene gazî û haware
go : mala adîya wa ji me distînit gunekara ….
 
59- hey lawekî pîrano :
cêşekî xedare
û zebênî wê di kene gazî û haware
go: mala adîya wa ji me distînit gunekara
eve bû maşe me xilmetkara ….
 
60- hey lawekî pîrano :
sultan êzî di bêjte mala adîya :
heke hûn xatira min di bînin
hûn zebênîyêt min ne êşînin
hincî we bivêt , hincî we hiskir bo xiwe ji dojê derînin …..
 
61- hey lawekî pîrano :
gelî mala adîyano
di bêjme we bi heder
ew cindîyê rêya xiwe birye ser
ewî ji dojê bînine der ….
 
62- hey lawekî pîrano :
gîyanê min gorî bo wan cindîya
desta di dene ber letan û hindîya
dê havêne dojê û tengîya
dê xilas ken wan xetaîya ….
 
63- hey lawekî pîrano :
gîyanê min gorî bo wan feqîra
desta di dene ber letan û herîra
dê havêjne dojê û zemherîra
dê xilas ken wan êsîra
ew êsîrêt hebsa mîra ….
 
64- hey lawekî pîrano :
gîyanê min gorî bo wan şere siwara
destan di dene ber letan û mikara
dê havêjne devê dojê û mara
dê xilas ken wan gunehkara ….
 
65- hey lawekî pîrano :
heke te bivêt bi bîye derwêş
gîyanê xiwe biqelêş
rumê rast bade ,
rast pavê ,
rast here pêş ….
 
66- hey lawekî pîrano :
heke te bi vêt bi bîye feqîr
gîyanê xiwe bike êxsîr
rumê rast bade ,
rast pavê ,
û rast herre pêş dîndara mîr ….
 
67- hey lawekî pîrano :
xerqe libasê cebare
kesê ji pêş xerqê şîxadî hilînit dare
roja axretê ew xafilekî gunekare ….
 
68- hey lawekî pîrano :
kesê serma xerqeyî bi girî
û bi awirêt xezeb tê bi fikirî
roja axretê dê kafir mirî ….
 
69- hey lawekî pîrano :
li roja li pê pira selatê






كتبهابحزاني نت ، في 29 ديسمبر 2007 الساعة: 14:27 م

 

Ya Şêşimis tû bi deye xatira Hesenî zerbaba ,
Def û şibaba ,
Qûdis û Mekeh û Medîn û Ka’ba ,
Êzdînê Mîr babê baba ,
Mezinê çendî sihaba …
Ya Şêşimis tû bidî xatira dûrra sipîye ,
Pedşayê bêrîye ,
Surra heq ya sultan Êzîye …

 

Ya Şêşimis tû bide ye xatira melik şêsine û xêrêt sefîla ,
Şêrpik û çira û perî û qendîle ,
Tû bi xatira dergeh û dîwanêt sultan Şîxadî kî …

Ya Şêşimis tû bideye xatira her heft melekêt kibîr ,
Azrayîl, Cebrayîl, Derdayîl, Şemnayîl, Mîkayîl, Ezazîl û Ezrafîl ewin her heft melekêt kebîr ,
ji berî xasa û çendî bedîl ,
wê di destê wan de mifte û kilîl ,
Ew di rawestayine li hizreta melikê celîl …

Ya Şêşimis tu bi deye xatira melekêt ber rojê , çawîşê Şêşimis , Berces melek , mişterî , midîyan , E s’ed , qedîbilban , hecam , Amadînê şemsa , Mendê şerîf û Mendê tokil kî …

Ya Şêşimis tû bideye xatira ixtîyarê muxfî surr , li ser pira selatê , hadir, Qadir, Nadir û Cencerê cabir , Cabirê rafi’il kerim , qesra cehwerî binyat , melekê fênîyê , qubet libdor il’alî , bi qedrê ‘Umranê hindî kî …

Ya Şêşimis tû bideye xatira mezin meydana meleka ,
li ser holê sekinî Derwêş qatan , serdarê heştî siwarê malêt Adîyan , pîrê libina ,nefesa Êzî , şex Mend , Nasirdîn û Sicadîn , Sitîya ês , Pîrafat , xatûna fexra , Rabî’a ‘Edewîya , zimzim , qubet il bidor , bi qedrê Êzdînemîr kî …

Ya Şêşimis tû bi deye xatira kaniya sipî , seyid el kewin , hewid il kewdel , bukrêt bukir , tobedarêt qedîm , berê şêx Ehmed ,şêx Şelal , pîr Bub , pîr Mendê gor , delîlê behra , Zincil , Werraq , Miş’el , Miştêî , surra Tawisî Melek , tû bideye xatira her hefit kurêt pîrê li derê mîr Amadîn kî …

Ya Şêşimis tu bi deye xatira pîrî Gos , pîrî Kemal , pîrî Mecirmafa , reşê Gareyî , Guhar zer û Zer guhar , Şeswar , Seyid el bedew , dara Qewala , Sitîya Ês maka Şîxadî , qapîya reş qapîya miraza , miraza xudan miraza , miraza erd û asmana bi çite ber wê qapîyê ……..

Ev du’aye min ji zar devê qewilzanê hêja û jêhatî berêz ( MERWAN BABIRI ) li meha nîsana 2006 li bacêrê Oldenburg daye nivîsîn , gelek sipasîya wî dikim û serferazîyê jêre dixwazim …….
Bedelê feqîr Hecî



 

كتبهابحزاني نت ، في 21 ديسمبر 2007 الساعة: 14:32 م

 

                       Bi destûrî Xwedê

 

  1. Sibeyeke ji tarîye,

Karê wan û mirinê kirîye,

Ka werin ji me ra bêjin: xêrê we ji me ra kirin çiye?

 

  1. Sibeyek ji hale,

Ser wan bûye qîr û qale,

Ji me ra bêje: xîret û namûs çi heye li bale?

 

  1. Sibeyek şeve,

Birime cîyê heqan û hisêbe,

Wan hisab nîne ji mêl pêva.

 

  1. Bin Ademê mal şirîne,

Her roj vedihewîne,

Ewî hisab bi mirinê nîne.

 

  1. Bin Ademê zinêkare,

Bi şev û roj guhdare,

Lê emin nabe şermezare.

 

  1. Zinêkar û kifar her du buxtane,

Li dinyayê belane,

Li axretê windane.

 

  1. Heta nîva emrî li dinê bî,

Ji nîvê û paşî li ser rê bî,

Ji wê paşî tevlî dojê bî.

 

  1. Di nîvê emir da îlm kir,

Li gel tolazên gundî xwe keşxe kir,

Ji wê paşî xwe ji axretê bê mefer kir.

 

  1. Ka ev çavê li sertaserî?

Ka ew dewra xweş bi te ra dibuhirî?

Te hisab nedikir diçî nav agirê gurî?

 

  1. Ka ew çavê te yê îşaretê?

Ka ew yarên te digirtin ji neyî, ji qewmîyetê?

Te hisab nedikir ji axretê?

 

  1. Birime baxê gula, gula sor ewicî,

Gul  di baxan da qurmiçî,

Yî bê temen bû, ne di dericî.

 

  1. Birime baxê gula, gul navê,

Dostên Xwedê têne silavê,

Bê esil ketine davê.

 

  1. Gula bînin û bixemilînin,

Gulên baxa temen tê nînin,

Rezên bê şûrhe nehevînin.

 

 

  1. Hatî cêşê atqatê,

We heq nîne li vê qewmîyetê,

Fexir gêle wê li pey me tê.

 

  1. Wan bigrin û bînin,

Hisab kin, wan bihesibînin,

Ji telpên giran ew şûn va dimînin.

 

  1. Zebênîyên zav vehizirîn,

Şûrê zirav seqa kirîn,

Ser nezana hezin û girîn.

 

  1. Ew dembûzê girane,

Şerqînî tê ser nezane,

            Dembûs heqê ruhê dizane.

 

  1. Behişt heye li ser xweşîya,

Tijîye ji telpên ewlîye,

Ew hemû xelkê dîn dinasîye.

 

  1. Min li wê dîtin qesrên sor û sipîye,

Telpên xasa pişt telpên horîye,

Ew hemû xelkê dîn nasîye.

 

  1. Ew çi dare şewq pêva?

Nuxteke dgehê ew yeke bi rê va,

Sibe bû, dibû şêve.

 

  1. Sebeb çiye, ew naçinê?

Ew dewrana xweş birin ji rûyê dinê,

Çend dimeşin nagehinê.

 

  1. Çendî dimeşin ber bi jêre,

Ewan xwe ji alima vedişêre,

Ew ji bê esla nedibûn têre.

 

  1. Alim yî fere ser sunetê,

Ew gule li nav ometê,

Ew dihesilîne li axretê.

 

  1. Ew kîye dibêje: alima fêde nîne,

Ew însan dierifîne,

Ji axretê dihesilîne.

 

  1. Ew alim li qeda we ye,

Hukimê xweş li pêşiya we ye,

Di zêde bin fêda we ye.

 

  1. Here û were xûna te ye,

Darek li nîva hewşa te ye,

Mêrê lê xe, fêda te ye.

 

  1. Mêrê lê xe ne bi nezanî,

Ewê darê ber girt û xilfek dibirî,

Xilfê dikire erzanî.

 

 

  1. Ew civate li pêşî mala we ye,

Wêda neçe, ne rêya te ye,

Ew çi bêjin, bê feyde ye.

 

  1. Ew çi bêjin rêya dinê,

Kevlê giran qube li dinê,

Qesra zêrîn neqeb ketinê.

 

  1. Xatira wî birayî,

Tev de rabin bi tebayî,

Temametî bi navê Şîxadî, Melek Şêx Sin û Xwedayî.

 

 

 

Ev têkiste qewilzan û lêkolînvanê hêja û qedirgiran ( PIR DIMA ) ji welatê Gurcistanê ji minra şandibû . sopas û daxwaza serketinê ji wîra dikem :

 

Bedel Feqir Hecî




 

كتبهابحزاني نت ، في 21 ديسمبر 2007 الساعة: 14:28 م

 

   
    QEWLÊ XEWRÊ
 
     Bi destûrî Xwedê
 
1. Derketim li xewrêye,
    Kifş dike stêra sibêye,
    Lalişe xwedanê qubêye.
 
2. Xewrê derketim dere,
    Min dît du mêr li bere,
    Yek Pîr Mende, yek Pîr Omere.
 
3. Birme usif naza,
   Wan derga, wan derwaza,
   Laliş heye ciyê miraza.
 
4. Birme li wêye,
    Ciyê mirazê me lêye,
    Banga min ber kekêye.
 
5. Birme bereke xebîr,
    Mîrek heye, ew di mîr,
    Cî û mikan daye destê mêrê feqîr.
 
6. Cî û mikan dane destê qelendera,
    Dengekî tê li wan sera,
    Me Şerîfedîn bawere.
 
7. Çi aşiqekî serpoşe,
   Muhibî kasa coşe,
   Dikirî, qe nefroşe.
 
8. Dikirî wa mişterî,
    Ew çi qumaşê ser berî,
    Tu nizanî malê here, yan serî.
 
9. Ew çi qumaşê xezînê,
    Ew qumaş tu car nayê kirînê,
    Pêştirî merîfetê û nasînê.
 
10. Sûkê wa delalin,
      Heçî qumaşî bale,
      Bila wî qumaşî xwe bikin helale.
 
11. Çi qumaşî neqşî hûre,
      Ew qumaşê lomay nûre,
      Ew qumaşê yarê xefûre.
 
12. Ez behrim, tu gerî,
      Ez siyarim, tu perî,
      Ez mîrim, tu miclisî,
      Ez erkanim, tu qursî…
 
13. Ez qursim, tu celîlî,
      Ez celalim, tu delîlî,
      Ez girîvanê Ezîz Melek Fexredînim.
      Girîvanê Melek Fexredîn pê dighîştin,
      Xafila loma ez dikuştim.                  
 
14. Xafila ez dikuştim loma,
      Pêş min va revî kome,
     Xerqê ji qudretê, tac û tacpoş,
     Xerqê Şîxadî loma dike minetê.
                  
15. Me dike pîraniyê,
      Ew dereca mîraniyê,
      Ew dereca xerqeye,
      Xerqe libsê Siltan Êzîdê meye.
                  
16. Kaf û nûn ne dibirin bere,
      Hatin zora dibirin ne dikirin nase,
      Erş û kursî tev di nase.
 
17. Xaliqo herî hetanî herî,
      Ewil hosta tuyî – bêje pirsa esehî rastî,
      Çika mast pê çi dimeyî?
 
18. Sibekêra rabûm denî,
      Marê qerqer rabû kenî,
      Ez hingê feqîran ra rabûme benî.
 
19. Ez feqîran ra rabûm koçeke,
      Ev dinya heye marê beleke,
      Amenet îtbara xwe li vê dinê neke.
 
20. Li vê dinê neke amenet îtbare,
      Ez Şêşims ra rabûme nedere,
      Şêxûbekirra rabûme mefere.
 
21. Hatime ji hatîya,
      Ez nabihêrim tu qatîya,
      Gazî kim: destûrî Şîxadî, Mala Adîya.
 
22. Me qadîya lev dibhêrim,
      Ez miskînê Şemsê şêrim,
      Ez loma wê dibhêrim.
 
23. Ez miskînê Şemsîme,
     Min zanibû ez ji wê niqtême,
     Çi nuqteke xudan pire.
 
24. Çi nuqteke xudan pire,
      Çi Padşakî xudan sure,
      Biniya mala Siltan Şîxadî heye sê dure.
 
25. Padşayê min qudretê dimekinî,
       Birq vedida dikêlimî,
      Hingê feqîra eslê xwe nijinî.
 
26. Mîrê xwe digirtin,
      Van feqîra, van erkana,
      Ew çi sureke girane.
 
27. Feqîra xasin,
      Berî dinê, berî asasin,
      Wan mîra vedixwar kasin.
 
28. Kasa eslê wê elûne,
      Wê herfê kir xebîre,
      Ez hinge bûme.
                      
29. Rikna dinê danî dûme,
      Hin dixefilî, hin xebîre,
      Hinî şêxe, hinî pîre.
 
30. Binaya erd û ezman paristîme,
     Wê herfê kim şêro,
      Siyarê borê hurê.
      Tu ji ku têy, têm ji durê,
      Eşq û muhibet û kamile.
 
31. Tu nifûsa pîraniyê,
      Şêro siyaro li mesîlê,
      Şêro siyaro li qefesê.
 
32. Giyanê me ra,
      Silaveke her çar şêra ra,
      Silaveke şirîn çiyayê Şengalê ra.
 
33. Silaveke şirîn çiyayê Şengalê ra,
      Tevî baraneke hûr – hûr dibarî,
      Dabû tac – tacpoş, hilekî zorî sincebarî.
 
  
 
   «Em kêmin û Xwedê temame».
 
Ev qewle lêkolînvan û qewilbêjê hêja û qedirgiran ( PIR DIMA) ji welatê Gurcistanê ji minra şandîye ,em jî li çend malperên înternêtê belavdikeyin , hîvîdarîn sud û mifa jê bête wergirtin




 

كتبهابحزاني نت ، في 21 ديسمبر 2007 الساعة: 14:25 م

 

            SILAVÊD   MELEK FEXREDÎN
 
            Bi destûrî Xwedê
 
  1. Silavêd Melek Fexredîn ji wer tên,
Ji behrêd kûr tên,
Telebê melkê xefûr tên.
 
  1. Silavêd Melek Fexredîn ji erda tên,
Ji ba xasêd bi nîşan tên,
Telebê melkê rehman tên.
 
  1. Silavêd Melek Fexredîn ji Padşayî nabihure,
Heçî fehm û aqil serî da heye her û here,
Dê nesîhetêd têya Siltan Êzîd çak hilgire.
 
  1. Riya Êzîd da destê nezana,
Ew pê xebîr nebûn bi tu erkane,
Lome ji wan nakim, heqê wane.
 
  1. Padşayê mino yî bêrîye,
Riya Êzîd bi destê xasa dispêrîye,
Dayîm ruhêd momina dihijmêrîye.
 
  1. Ew fikre, fikreke bi taqete,
Hincîyê ruha bi ebadet û micadete,
Ew ruhe li ba Xwedê ye bi ezete.
 
  1. Heqe em bifikirin,
Li heft qapîya bi bihurîn,
Ji ew paş li dîwana mîr biwesilîn.
 
  1. Ez birime dîwana mîr,
Danî ber min şêx û pîr,
Birime hizreta melkê celîl.
 
  1. Ez birime ba wîye,
Hincîyê xebîr nebû bi cime’tîya,
Dikêşane destê zebênîya.
 
  1. Ewin zebênîyêd pir wesfete,
Natirsin ji tu milete,
Xeyrî birayê axretê bi taqete.
 
  1. Ewin zebênîyêd pir xedare,
Ew bi gazî û heware,
Bi kesî ra naaxivin bi zare.
 
  1. Dibêjme we xwedanêd kura,
Dê diajone tarîya û muxatira,
Zêde tên gunehkarêd bira.
 
  1. Dibêjme we gelî yara,
Riya yar û birê axretê mekin bazara,
Da li roja axretê we nehavêjne dojê û devêd mara.
 
 
  1. Gelî bira tirsa min ji wêye,
Banga min ber mewlêye,
Ya Xwedê, horî têne rêye.
 
  1. Tirsa min ji wane,
Horîya xêl hilanî ser çavane,
Bûne dav û diçine pêşiya xasane.
 
  1. Ezîzê min, em hatin,
Bi riya Padşayî xebatin,
Şikir, horîya em ne diaxavtin.
 
  1. Li ezmana bû bangîne,
Li meleka bûye şayî û mizgîne,
Bi xêr hat Ezîz Melek Fexredîne.
 
  1. Li ezmana bûye xebere,
Horî xemilîn kesk û sor û zere,
Bi xêr hat Fexrê babzere.
 
  1. Ez birime wan cîya,
Hatine pêşiya min telebêd ewlîya,
Dîndara Siltan Êzîd bi tenê ye esilîye.
 
  1. Ku birme wê navê,
Kêşame cîyê silavê,
Birêne horîya û davê!
 
  1. Her hûn birêd min yê dilgirin,
Bi şirîniya horîya nefikirin,
Da li dîwanêd xasa biwesilin.
 
  1. Ezîzê min, em bi vê yekê ne di înkarî,
Xafila û gunehkara bavêje dojê û devê marî,
Em û horî ji yek têne vavarî.
 
  1. Heke te divêd bigehîye mirada,
Riya Siltan Êzîd bike cada,
Da li roja axretê hemû karêd te li ser te bibin şehde.
 
  1. Hincîyê bi feqîra neguhdêrî,
Razî nabe bi hukimê yekî bêrî,
Emanet xwe pê nespêrî.
 
  1. Riya Siltan Êzîd bihevîne,
Xasa pê hatî bawer û yêqîne,
Mîr û muhibeta Xwedê ye şirîne.
 
  1. Ev fên fêneke xedare,
Zora terk kirin male,
Çon û axret kirin ji xeyale.
 
  1. Zora malêd xwe terk kirin,
Riya Siltan Êzîd çak bigirin,
Da bi silametî bibihurin.
 
 
 
  1. BiriyaXwedê bibinxebîr,
Şîretayar û birêdaxretê mekinjibîr,
Da li axretê bêjne we pîr.
 
  1. Li riya Xwedê mebin xerifî,
Hincîyê li rast riya xwe ne bi xof bî,
Hizke bila bibe heywanekî kûvî.
 
  1. Hat çarşembûya serê nîsanê,
Hatime sûka îmanê,*
Hat xebera wê dîwanê.
 
  1. Hat xebera wan derwêşa:
Li dîwana, ji mêr û muhibeta gelîyê Lalişê dikêşa,
Xafillêd vê dinyayê şûr lê dikêşa.
 
  1. Hat cewaba van pîra:
Desta didine ser letan û herîra,
Li vê dinyayê direvin revêd xenzîra.
 
  1. Ewin xwedanêd herîr û leta,
Ewin xwedanêd cindî û coqeta,
Li vê dinyayê direvin revêd bê mirweta.
 
  1. Sunî ku sunî ne,
Sediq û sena sindrûk û perîyêd zêrîne,
Xafila behir* tê nîne.
 
  1. Sunet ku sunete,
Sediq û sena wan çêbû zor heybete,
Xafila hêwirandin zîyarete.
 
  1. Birano, sindrûka bestî kirî miraza,
Ewin cindîyêd delq û tanc û miraza,
Xafila bi zîyareta ava kirî merza.
 
  1. Ev kare, karekî bi taqete,
Navda çêbû zor heybete,
Xafila hêwirandin zîyarete.
 
  1. Melek Fexredîn go:
Dilê min natirse ji vî qewlî,
Bay hat û bir toz û xizamî,
Kiryara me û hazir û guhdêra hebe li vî qewlî, li wê rojê, li wê mehderê.
 
«Em kêmin û Xwedê temame».
 
*par
 
 
 
ev têkiste qewilzan û lêkolînvanê hêja û qedirgiran ( PIR DIMA ) ji weltê Gurcistanê ji mira şandîye . daxwaza serketinê jêra dikem .
 
Bedel Feqîr Hecî







 



 

Aezidxaname 21 BesucherAezidxaname


div style="font-weight: normal; font-size: 14pt; filter: glow(color=red,strength=4); width: 100%; color: white; line-height: normal; font-style: normal; font-variant: normal">يا الله يا طاووس مللك
 

 

3333333333 http://yeziditruth.org/yahoo_site_admin/assets/images/yezidi_lalish.22890938_std.jpg http://1.bp.blogspot.com/_PDKIn33kyBs/RevB31B82MI/AAAAAAAAABI/2t-tsFP4YR4/s320/yezidmunk.jpg http://www.smh.com.au/ffxImage/urlpicture_id_1059084213643_2003/07/25/26wldsheikadi.jpg <><><><><><><> http://www.faz.net/m/%7B6E18B746-8AC5-4C72-82AD-360931F5C585%7Dg225_4.jpg http://efrinshader.de/Wene/shader-24-8-2010/Lalish.gif

 

 

ادارة موقع ايزيدخاننا سعود قأيدي
 

 

 

جميع الأراء والمقالات التي تنشر في الموقع تعبر عن أراء أصحابها ولاتعبر بالضرورة عن راي موقع يزيدخانناwww.Aezidxaname.page.tl
Aezidxaname1@yahoo.de
Bxêr Bhên Méhvanén Brûmêt Îíbo Malpêra Gêlê Yêzídxanê Dêngê Bên Dêst û Zûlm Lsêra Dêngê Gêlê Haftí û Dê 73 Fêrman Lê Rabûí Mêltê kû Bdrêîía Dírokê Têm Goştênû Talan û Zolm Lêser û Hêrdêm Bhíví Kû Çarêkê Bê Têrs Bbêîít Êz Yêzídí Mê Êgêrê damzêrandêna Vê Malpêrê Êûê Kû Bhamû Şíanên Xo Bkarín Xêzmeta Aolû Nêtawa Yêzídí Bêkêín Hívídarín kû Bkarín Lgor Şíanên Xo Xêzmêta Yêzídíatíê Bkêín Malpêra Aêzídxana mê Mala Hêr Yêzídíêkí ía Lêhêr Dêrê Bít Farêq Nínê Yêzídí Hamû Branê Bhíví Mê Kû Êgrtêna Gêlê Mê Xort Têr Bêbê û Têvda Dêngê Xo û Dêste Bêden Hêv Îíboí Kû Êm Îí Mína Hêr Ênsanêkí Kû Lêsêr Rûê Ví Êrdí DÎít Êm Îí Azad û Sêrbêst BÎín Lê Wêlatê Xo Aêzídxanaê Slav Îíbo Gêlê Mê Lê Hêrdêrê Dêm Baş Slavû Rêz Îí Malpera Aêzídxana Mê Bsêr Pêrêştía Suud Baro Qaidi لغة المستعرض لديك هو : This website was created for free with Own-Free-Website.com. Would you also like to have your own website?
Sign up for free