AAAAAAAA




<اهلآ /اهلآ وسهلآ بكم في موقع ايزيدخاننا موقع يزيدي حرعاش الشعب الأيزيدي عاش الأيزيديتي وعاش الأيزيدخان


center>


...Bxêr Bhên Méhvanén Brûmêt Îíbo Malpêra Gêlê Yêzídxanê Dêngê Bên Dêst û Zûlm Lsêra Dêngê Gêlê Haftí û Dê 73 Fêrman Lê Rabûí Mêltê kû Bdrêîía Dírokê Têm Goştênû Talan û Zolm Lêser û Hêrdêm Bhíví Kû Çarêkê Bê Têrs Bbêîít Êz Yêzídí Mê Êgêrê damzêrandêna Vê Malpêrê Êûê Kû Bhamû Şíanên Xo Bkarín Xêzmeta Aolû Nêtawa Yêzídí Bêkêín Hívídarín kû Bkarín Lgor Şíanên Xo Xêzmêta Yêzídíatíê Bkêín Malpêra Aêzídxana mê Mala Hêr Yêzídíêkí ía Lêhêr Dêrê Bít Farêq Nínê Yêzídí Hamû Branê Bhíví Mê Kû Êgrtêna Gêlê Mê Xort Têr Bêbê û Têvda Dêngê Xo û Dêste Bêden Hêv Îíboí Kû Êm Îí Mína Hêr Ênsanêkí Kû Lêsêr Rûê Ví Êrdí DÎít Êm Îí Azad û Sêrbêst BÎín Lê Wêlatê Xo Aêzídxanaê Slav Îíbo Gêlê Mê Lê Hêrdêrê Dêm Baş Slavû Rêz Îí Malpera Aêzídxana Mê



Herzlich Wilkommen auf der Seite Aezikanna Wilcocome to Aezidkanna


 

018172312240330




الرئيسية
نشرة الأخبارفي موقع ايزيدخاننا
شعر
ئيزدياتي
ئيزيدخان تى فى
مناطق الأيزيدية
مواقع
صور مقدس ومبارك
Shinuaren me
فنانين الأيزيدين
اغاني العراس
اغاني العرابي
طوافات الأيزيدية
ظلم ولغدر
صور لالش المبارك
اخبار
رياظة
افلم كارتون الطفال
كلمة الموقع
المرأة
اغاني تركي
تعازي
تهاني وتبريكات
يزيدي1 تى فى
اغاني متنوع
فيديو كليب
مواقع المانية
Tvتلفزيون
رسام الأيزيدين
فيديو عرابي
Polls
دفتر زوار
موقع ئيزيدخاننا
Toplist
دفتر زوار2
Counter
Newsletter
صور
اغاني عن الغربة:
افلم عرابي
غرفة موقع ئيزيدخاننا
رايوئيزيدخاننا
ما ننساك يا (بارز)
حكايات الكبار
Cirok u Serhati
قصائد العاشقين
كاميرة خلفية
شباب وشابات الأيزيدين
مواقع شخصيات الأيزيدية
ديانات
تاريخ
شؤن سنجار
صور شهداءنا كارثة سنجار
اعياد ومناسبة الدينية
الفرمانات
Mem u Zin
موسقة واغاني الأيزيدية Mp3
لقطاطة فيديو كارثة سنجار
لقطاط صور فرمان 73في سنجار
فيديو عن كارثة شنكال
خدمات
العاب
اغاني فلكلورسنجار االحبيب
تعارف بين الأيزيدين
غرفة ئيزيدخانا مه
شؤون عراق
الصحة
ثقافة وأدب
عجائب وغرائب
البوم الصور
عالم الطيور
مكونات الشعب العراقي
المطبخ
hjhj
اعرف وزنك المناسب
نغمات موبايل عربية
صور متحركة
صور ورود
من سيربح المليون
صور قلب
حروف مع أزهار
عكس متحرك
تصاویر متحرک
صور نجوم
صور رمزيه
صور ترحيب
صور يوم سعيد
كود دخول بريد الياهو من موقع
Hidden pages
تعليم اللغة
موقع ايزيدخاننا
Yezidi
اغاني الوطنية العراقية
مقالات عم العزيز اسماعيل جعفر
موقع ايزيدخاننا بلغة الكرمانجية
Suud
المعرض صور
Title of your new page
مقالات السيدابراهيم سيدو
خدمة زواج الأيزيدية
hf
ظلم على اخوة المسيحين
اغاني سعدي البياتي
موقع ايزيدخاننا بلغة المانية

/>
www.alqush.com
موقع ايزيدخاننا


 
 

شخصيات الأيزيدية الصورة الرمزية ahmed shingaly
احمد شنكالي الصورة الرمزية ابو خالد
إسماعيل جعفر


للحصول على حروف عربية ، إن لم تكن موجودة في جهازك عدد الزائرين لحد الآن
free counters
Free Blog Content
roseicon

 


2222222222
اعياد ومناسبة الدينية

Cejna Sersalê - ,,Çarşema Sor,,

 

 

Cejna Sersalê - ,,Çarşema Sor,,

Dr. Xelîl Cindî Raşo û Xanna Omerxalî



Sala Teze li cem êzîdîyên Îraqê, Tûrkîyê, Sûriyê û wisa jî li cem êzîdîyên Ermenîstanê û Gurcistanê

Di vê gutarîyê da emê hewl bidin ji bo xwendevanên hêja behsa dû corên Sersala Êzîdîya bikin: ek li cem Êzîdîyên Îraqê, Turkiyê, Suriyê, dû: li cem Êzîdîyên Ermenîstan u Gurcistanê. Yek ji cejnên here mezin û giring, ku nîşana hatina demê teze ye, cejna Serê Salê ye. Cem êzdîyên Ermenîstan û Gurcistanê cejna Serê Salê li meha Adarê derbaz dikin, ne li meha çara – Nîsanê – çawa li cem zdîyên Kurdîstana Iraqê, Turkiyê û Suriyê da, Çarşema Sor derbaz dikin.

Cejna Ser Salê bi gelek navên din jî tê naskirin, wek: cejna „Tawisî Melek“ û „Melke Zeyîn“ u „Çarşema Sor“ û Kloça Serê Salê. Wek hatî xoya kirin Êzidîyên Iraqê, Turkiyê û Suriyê hersal li Çarşema yekê ji meha nîsanê (li gor salnama rojê, ku bi 13 roja şundaye li gel salnama bûna Îsa) pîroz dikin. Wek ji navê wê xoya dibe, ew pîroz kirina sala nû û tazeye. Ev cejin paşvemaya ewê cejna Kevin û dêrîne ku li demê Somerî û Babiliya jî pêşwaziya sala nû dikirin û digotinê ,,Bêt Ekîto,, anku bi zimanê Babilî Serê salê û li wê meha nîsanê li cem wan zewaca Xudawendê wan ,,Temuz,, bû.

Nîsan, wek hindek vekoler û zimannas dibêjin, ji ,,nûsal,, hatiye, anku destpêka sala nû. Bêguman eve cejna here mezin u bi rewşa Êzîdîyane. Evê cejnê gelek taybetmendiyên xwe hene, em di karîn wek serrêza destnîşan bikin: Çê nabe mirovê Êzîdî di meha insane da daweta bike u jina veguhêze, ank jin anîn di vê mehê da qedexeye. Her wisa çê nabe di vê mehêda mirovê Êzîdî erdê bikole!. Êzidî dibêjin: nîsan buka salêye, ew ji hemû mehên dî ciwantire u mehekê di ser xwera nabîne, ji ber wê yekê jî çê nabe kes di meha nîsanêda bizewice!


Kabanîyên mala berî çend meha hêka kom dikin serhev u roja êvara cejnê ewan hêka di kelînin û bi dermanka (sor, zer, kesik, ...) rengîn dikin. Rojekê berî meha nîsanê, her malek diçe aqarî û hinek axê di îne û giyayeke jêra dibêjin ,,Karî,, û bi qalçikên hêka deriyên malên xwe di razînin (dineqşînin), li wê baweriyê ew pêşwaziya sala nû dikin, Tawisî Melek di vê rojêda tê xwar û dergehê xêr û bereketê bo hemû dinyayê vedike. Her kesek ji zaroka, qîz û xorta, mezina leyiztoka „hêkanê“ dikin û ewan li hev dixînin, ka hêka kê dişkê, ew hêka xwe di dorîne. Berê sibê gundî derdikevin dervey gund u xunava li ser gîyaya kombûyî, bi destên xwe lê dixin û ser û çavên xwe pê paqij dikin, li wê bawerîyêne, ew xunava ewî Milyaketîye û ewê pê genc bibin!

Li roja cejnê jî cotyarê êzîdî diçe nav çandinyê xwe û hêkên şikandî nav da belav dikin, wekî xêr u bereket bikevte nav derametê wî û berhemê salê zêde bibe. Hemu gundî diçine ber zîyareta gund u şûnda li malê yek u du digerin, cejna Sersalê pîroz dikin. Kabanîyên mala hêk û mastî bi ser malên din da belav dikin, li wê baweriyê da xêr û bereket bikeve şîr û mastê wan û pez û çêlek û heywanê wan sax û silamet bimînin û berê wan zêde be. Bêguman di vê cejnê da her malek li gorî şîyana xwe pezekê yan heywanekê dike qurbanî û di vê cejnê da her malek jî Sewika di pêjin u xwarinên teybet dirust dikin û diçine ser gorêt mirîyên xwe û bi navên wan ewê xêrê dixun û belav dikin.

Roja duduyê ji meha nîsanê Tiwaf li gundên Êzîdîya dest pê dikin, heta dewîya meha hezîranê (June). Yekem Tiwaf jî li bacarokê Bahzanê dest pê dike. şûnda li rojên înî û çarşembû û rojîyên din li gundên dinên êzîdîyan berdewam dibin, helbet her Tiwafek bi navê Xas û Babçakê wî gundî êzîdîyane. Di wan Tiwafa da dîsan qurbanî tên pêşkêş kirinê û kêf û şayî têne kirinê. Xelq tev da diçine zîyaretbûna Qubên wan Xasa.

Zana û dîndarên Êzîdîya jî li ber wan zîyareta qewl û beyt û du‘a dibêjin û hinek cara jî qewal def û şibaba lê dixin. Micêwirê wan zîyareta, di wan roja da xwarineke teybet, ku dibêjinê „Simat“, bo Tiwafîkera çê dikin. Êzdîyên Ermenîstanê û Gurcistanê (niha jî li Rûssîyê) bi vê cejnê dibêjin Kloça Serê Salê. Ev cejn dikeve çarşema ewîl meha sisîya – Adarê – bi rojnîşa (salmana) rojhilatî, ku sêzdeh roj şunda rojnîşa Girêgoriyanî tê. Hemu êzîdî vê cejnê bi kêf û şayî derbaz dikin û dibêjin: „Bira ev roja derê xema dade, derê xêr û xweşîya veke. Ev rojeke bijareye û xemleke êzîdîyatîye“. Her mala da Kuloç tê petinê, kîjanê ra dibêjin ,,Kuloça Serê Salê,, û bi vî navî cejn jî tê nas kirinê. Morîkekê di êxinin nav hevîrê vê Kulocê (niha jî zef cara morî tê guhartin bi dirafekî biçuk).


Hevîrê Kuloçê jî tê çêkirinê ji heft ti?ta, wek ar, hêk, rûn, şekir, xoy, htd. Îzna qet-qet kirina Kuloçê tenê cem malxwe malê ye. Sibê zû bav yan jî kalê male (mezinê malê) Kuloç li ser pi?ta zaroka kurîne biçûk vê malê datîne û ker dike. Baweriya Êzdîya heye, ku ew adet sheet û qewatê bide zara kurîn. Ew pêşiyê li ser Kuloçê pê kêrê rêçê diki?îne, kîjanêra dibêjin „xeta cot“ û paşê qetqetî dike bi du para. Paşê li ser nîvekê vê Kuloçê nav datîne ser para: malxiyê malê, para neferê malêyî mêranî, li ser beşekî din jî nava Xas u Babçakên (Mêr û Milyaketên) êzîdîyatî dinivîse, para bi navê Memê şivan – Xudanê heywanê kelî hûr (pez) û Gavanê Zerzan – Xudanê heywanê kelî mezin (dewar), para Xatuna Ferxa – Xudanê jina û jinê ya du halî (hemle) û zaroka, para Xudanê Malê, para Pîra Fat, para şems htd.


Zarok u hemû merîyên malê bê sebir hîviyê ne, ku kengê para xwe bistînin û li morîyê bi gerin. Bawerîya Êzîdiya heye, ku ev Morî para kê bikeve, ev merî gelek bextewar di vê salê da be, lê wekî morî bikeve para Xas û Babçakekî, li wê wextê texmîm dikin, ku ev Xas alîkarîya vê malê bike u piştevanê wan be. Li cem Êzidiyêt Îraqê bo Kuloça Serê salê dibêjinê (Xewlêr) û li cejinda Bêlinda, meha kanuna yekê di êt çêkirin. Roja Kuloça Serê Salê, kengê Kuloç di pejandin, Êzîdî berê gunda da akincî gurîk (agirek) vedixistin, û zarok dora gurîkê di reviyan, û hemû xelq ser gurîkê ra banzdidan û şa dibûn. Ew adetek zor qedîm û pirzeman e, ku bi xwe nîşanê temîzbûn ji hemû xirabî u nexweşî ye.

Ev Guriya Agir, dîsan li cem Êzidiyêt Îraqê li cejina Bêlinda meha kanuna yekê tê vêxistin u dibêjinê(Gurga Ga) anku Guriya agirê Gay, ji bona xatira cotiyar u gayêt cot u dawî hatina çandiniyê li wê mehê di hat kirin. Hinek Êzîdîyên Ermenîstanê bawer dikin, ku hergê pejandina Kuloç carek bi sebebekî nehate serî, (bi vî cureyî adetek hate vebirîn), çêtire, wekî ev mala îda Kuloç napete. Wekî na, çawa ewan şiro vedikin, bextê wê malê tê birînê. Lê gelek Êzîdîyên Ermenîstanê û Gurcistanê bi vî adetî bawer nakin u guhdarîya wê yekê nekirî vê adetê pêşda dibirin. Her malekê da di vê cejnê da hêk tên kelandinê û reng kirinê û çawa ku qayde, bi rengê sor û qîçik (zer) reng dikin, kîjanêra cim‘et dibêje „hêka sor“.


Ew rengana – renge yê Rojê ne. Biçûk u wisa jî mezin berî xwarina hêka wan bi hev dixin û hev dişikênin, u dîyarî hev dikin, wisa jî didine cînar û mirovên xwe. Ew adet çawa cem Êzîdîyên Ermenîstanê û Gurcistanê heye, wisa jî cem Êzîdîyên Kurdîstana Îraqê, Turkîya û Surya jî heye wextê cejna Çarşema Sor (yan Serê Salê) meha Nîsanê da. Cejna taybeta Serê Salê nişanê tezekirina jîyanê ye, nişana wextê teze û tiştê nûye. Ew dema destpêkirina her tiştaye, tezekirinêye, tebîe‘t vedibe. Piranîya rism u adetêd ku têne kifşkirinê vê cejnê da dewlemendin bi fikrên teze efrandina u saxbûyîna temamîya tiştê ku wextê e‘firandina dinyayê da hatiye çêkirinê



 

Pîralî û Batizmî

 

 

Pîralî û Batizmî


Dr.xelîl Cindî Reşo

Göttingen / 10.01.2006

Tiştê me ji bab û babîrêt xwe zanî, digotin Pîralî hata ba Rahibê Dêrê, li qesra Dêrdîlê bû mêhvan. Heta niho em Çêlkanî dibêjin Pîralî qesra Dêrdîlê. Çunke ewy cara ewil xo li wir xwiyakir. Dêrîl dikefte Kurdistana Tirkiya, li nav eşîreta Çêlka. Li wir bû mêhvanê Dêrê. Wî xo bi rengê baba Derwêşa, bi rengê belebgazekî feqîr xo xwiyakir. Xwedanê Dêrê gotê:
- Tu li çi digerêy?
- Gotê; ez rêncber im!
- Rahibê Dêrê: heke tu rêncber î, Xwedê chêkir, şivane ji me re divê.
- Baba Derwêş: Wella ez bi kêr şivantiyê têm. Ezê herme ber pezê we.
„Wekî ciwamêra ji me re gotî, eve çîroke ji kevin da çêbûye, belê ne hatiye zanîne kî salê Pîralî peyda bûya.“
Pîralî li ba Fela li Dêrdîlê ma. Xelkê dêna didanê, şivana dêna xo didanê, Pîralî sibehê pezî ji mal dihajot, dibite geliyekî mexel diket û na çêrêt. Ê Fele lê nêrî, pezê wî ney tî ye, ney birçî ye, pezê wî zêdey pezê gundiya î saxlem e. Wextê bû zana pezî, ewî(pezî) cêw-cêw diyna! Bi vî rengî bereket kete malê Feley, ew li gel xo dibêjit; Ya Rebî! Ev shole ne weha ye!
Carekê ê Fele lê dil xerab bû, gote Pîralî:
Tu dê pezê xo beye filan cî, filan çalê. Tu dê av dey, çunke diniya germ e.
Pîralî gotê: xem nîn e!
Dibêjin, Pîralî ew peze bire baniyeke rût, ne av, e çêrwan lê hey. Pez li ber qiçîna rojê mexel da û Fele pawanî li Pîralî dikir. Dêna xo dayê xwşe-xwş kaniyeke avê ye, deravekî avê di ber pezê wî ra diçit; çî peza dilê wê diçe avê ji mexelê xo radibt, diçit devê xo dike wê ava sar, têr vedixwe û vedgerête cjyê xo mexel dibêt.
Bab û babîrêt Feley li wî ciyî mezin bûna û jiyana xo li wê der derbaz kirîne, belê çu av li wê Der- li ciyê Pîralî pez lê mexel kirî-ne dîtîne. Û Fele got: Wella ez gunehkar bûm!...serî di pîralî da anî û gotê:
Ez li bextê te, min şaşî kir tu neke!
Tiştê me zanî û bihîstî, dibêjin, Pîralî diwa li yê Fele kir, yê Fele careke dî Pîralî ne dît û ew ji ber çava winda bû. Feley şivanê xo ne dît!.
Dibêjin piştî wê rudanê, Pîralî ji Dêrdîlê hate Şorê (Çiyayê Şorê) nav Kîwexiya, Baciniya, Xerabiya û paşî ço nav Dasikiya li Deştê. Xelkê Torê lê kom bûn, Hingî bi navê Pîralî xo aşkera kir, got: Ez Pîralî me. (Berê navê wî çî bû, ne gote wan)
Berê Êzdiya zû ne dispartin, ango zû bawer nedikirin. Heke Xasêt Xwedê hatibana, xelkê jê bawer nedikir, heke keramet ji wan dîtiba, dibit wî çaxî jê bawer kiribana. Ewan gotine Pîralî: Em ji te bawer nakin!
Yê Pîralî li malê çêlek (Çêl) ser jê kiribû (kuştibû), kiribû xêr. Civat lê kom bû, şîv dixwarin, şunda Pîralî dwakir, hemû hestiyêt çêlekê yêt belav lêk kombûn, Pîralî destêt xo lêk dan-tiştê me ji ciwamêra hilatî- ew çêleke bû weke berê, sax bû, bwa bore-bora wê ji dîwanê derkefte hewşê!
Dengê Pîralî belav bû, keremeta xo diyar kir. Li wê derê heftiyekê ma, ewî îda Pîralî/Batizmî li ser wan kire ferz.
Li îda Pîralî çend rê u rism têne kirin, yek ji wana çeêkirina (Xewrê), bi tenê Micêwrê Pîralî, ku (Bozêra) ne, dikarin xewrê çêkin.
Çawa Bozêra bûne Micêwrê Pîralî?
Demê Pîralî hate nav Çêlka, li Ciwamêra bûye mêhvan, hemûka xêra xo çêkirin, anîn. Dibêjin, hingê xortek-kurê pîrejinekê-li dîwanê bu, dît her kesekî xêra xo anî, ew bi tenê ma, rabû hat mal ba diya xo, gotê: yadê!
Çi ye lawê min!
Pîralî hatiye, ew Xwedanê me ye. Ew li ciwamêra buye mêhvan. Hemûka xêra xo çêkiriya, jêra birne. Erê yadê, tiştekî me nîn e, em jî xêra xo beyne nav wê xêrê?
Deyka wî got: Kurê min! Bi Xwedê me tiştek nîn e. Em belengaz in, bi tenê hindek arê cehî wê li mal heye, heke tu dixwazî, ezê çêkim.
Kurê wê gotê: Baş e yadê! Hema çî hebit her xêr e!
Dayika wî ew ceh kire gurzekî sewika u kire bin êgir heta qenc qeleha ( bash qeliya). Kurê Pîrê ew gurza (sewik) nanê cehî kire bin ebayê xo û cho civatê. Qeweta wî bi tenê digihîşte wî arvanê cehî u ew nan jê çêkir. Wextê derbazî dîwanê bûy, dêna xo dayê, dît merovêt maldar-ku hemû wexta hene- hina beran kuştiya, hina ga kuştiya, hina nêrî kuştiya. Her yekî bi xêra xo serbirek kushtibû.
Wextê kurê Pîrê xêra xelkê dîtî, ku hemwa ga, beran, nêrî û bez êt kuştîne, ewî fehêt kir, gurzê xo ji bin ebayê xo bînte der. Xêra xo layqî Pîralî nedît.
Pîralî bang kirê, gotê:
„Kurê daypîrê!
Gurz derîna ji bin ebay,
min qebûl kir bi gay û
min kira toberka hemû vê xêrê.“
Ji hingî were u heta niho em dibêjinê: „Xewrê Pîralî.“
Heta niho ew binemala xewrê çêdikin. Edetê çêkirina xewrê li cem Çêlkêt Tirkiya ne maya, bes li cem Çêlkêt îraqê maye. Micêwrê pîrê Alî çêdiken. Ew sê xewra çêdiken. Divêt her malek sê xewra çêket, yek ji civatê ra, yek ji Şêşims ra yek ji Pîralî ra.
Ew xêre çawa têta kirin?
Hingê Pîralî li ser wan ferzkir u xêa wan ji wan ra cudakir. Her malek, belengaz bit yan dewlemend, tiştek hebit yan ne bit, divêt ew pzekî bi xêra pîrê Alî ser jê ket (bikujin). Ji wê peza kuştî heft pariya ji şeqa rastî hildigirin. Çêlkî pîlê pezî dikene sê parça, heft şiv perasû (ji wan heft peraswa bi tenê ya heftê hildigirin, ango bûna çar parça. Sitoyê wê, singê wê u heft movik ji pişta pezî, ango (3 parça ji pîl, 1 perasû, sito, sing, movik), heft pariya çêdikin.
Bo çi heft parî? Çunke dibêjin, heft mêrêt miqerem (heft Mêrêt mukerem, yan heft Miliyaket) hene u her pariyek u êkî ji wan mêran e. Pîrê Alî jî kire şirîk li gel her heft Mêrêt miqerem.
Batizmî li cem eşîreta Çêlka heft roja berdewam diket. Roja yekşemê destpêdiket u roja şembuyê temam dibit.
Rê u rismêt vê cejnê bi vî corê hanê tê kirin:
Roja yekşemê, roja berî cil şuştin u serşuştin u paqijkirin e. Roja duşemê, sêşemê, çarşemê bi rojî dibin, hêvara çarşemê peza dikujin u wan sê roja nanê miriya dibine der. Pêncşemê şevberat e, xewrê Pîralî ji aliyê micêwirê wî tête çêkirin, her wisa her kesekî bixwazit xilmetê biket wê bêje micêwir ko ew dixwazêt xilmeta xewraçêkirinê biket u hêvara wê şevê dê xewrê hazirken. Roja îniyê xelk li malêt yek u dû digerin u zerî diçine malêt day u babêt xo u malî li hev kom dibin u têk da cejna yek pîroz diken. Roja şemê sersala nû e.
Batizmî bi dû heftiya piştî cejna rojiyêt Êzî têt, ango divêt hersê rojiyêt Batizmiyê ko dibêjinê (rojiyêt Şêşims) li sawiya meha kanûna yekê/dêsember bin u îda Şêşims bi keve kanûna diwê, (hisêba Êzdiya 13 roj piştî hisêba zaynî/dayikbûna Îsa têt), divêt rojî bi kevnet (28, 29, 30 î kanuna yekê) bi hisêba Êzdiya, beranber (11, 12, 13 î kanuna diwê/Januar) bi hisêba ji dayikbûna Îsa. Cejna Şêşims jî divê bi keve (1 yekî kanuna diwê) bi salwexta Êzdiya, beranber (14 î kanuna diwê) bi salwexta Îsayî. Ev salwexta jî bi çilê zivistanê ve girêday ye, divê roja Şêşims (îda Şêşims) bikeve sala nû.
Wek tête zanîn roja dawî(yekşemê) roj u îda Şêşims e. Xelk xêra xo diynin, dibêjin, (têşta Şêşims). Her kes dîsan xwarinekê ji wê xêrê çêdiken, serê sibê ji bona xêra Şêşims dadinêne civatê.
Bi vî rengî Pîralî heft rojêt xo li nav xelkê Şorê derbaz kirin. Paşî, “Şor” hêla u xo berda nav eşîreta Dasika. Ev eşîret jî li Kurdistana Tirkiyê, li Qelac u Deştê dimînin. Pîralî yekşema ewil li nav Çêlkêt Şorê bû, şunda, yekşema diwê hate nav Dasika, li nav wan jî heftiyekê ma, xêr li ser wan jî ferz kir, xwe kire Ocax u Xwedan ji wan ra. Ji wir hat u nîşana (sîmbola) xo danî. Ew nîşane heta niho wa maya u bi rengê serê beranekî ye, wek serê Tawisî ye. Serê beran li ser milê xoy rastê ziviriya. Ew ji medenê xam e(bironz) î dirust kiriya u bi rengê zêr e. Ew yek parçe ye u meziniya wî hindî serê Tawisê ye, bi tîpêt latî li ser nivîsî ye. Nîşana Pîrê Alî niho li Çiyayê Şingalê li mala yekî feqîr e, ji feqîrêt mala Zero. Her çende ew feqîr in u ne mirîdêt Pîralî ne, belê ew nîşane wa li nik wan mayî.
Çawa ew nîşane gehişte destê mala Zero?
Li wî çaxî hukmekî zalim li Tirkiyê hebû, firman li pê firmanê li ser Êzdiya radibûn. Wextê Zero bû Koçek û batin li ba xwiya bû, diçû nav Çêlka. Wan Çêlka ew nîşane dane day Zero, gotinê:
Yadê! Nîşana Xwedanê me li cem me ye u hero ferman li ser me hene u hukmê Islametiyê hukmekî zalim e u kotekiyê li me diket, em ditirsin rojekê bi zorê nîşana Xwedanê me ji me bistînin. Tu vê nîşanê li gel xo bibe Çiyayê Şingalê, ew koka Êzîdxanê ye, belkî li wir bistirit u bête paristin.
Day Zero li çî digeriya, got: bînin! Anî li mal danî u heta niho jî ew nîşane wa li bal taliya wê ma ye.
Çawa Batizmî li Şingalê u Welatşêx peyda bû?
Piştî Pîrali heftiyekê li nav Dasika may, ewî berê xo da Çiyayê Şingalê; hate wê Derê. Niha Pîrêt Pîrafat jî ji Pîrê Pîralî ne. Nîşan û Mezargeha Pîrafat li Çiyayê Şingalê ye. Demê Pîrê Alî hatî, ew Pîre (navê wî ne diyar e kî ye) bi pey Pîrê Alî keft, xwest dîndara wî bibînit, li ba wî runê, ji zelamekî pirs kir, gotê:
Kanê Pîr?
Go: Pîr fat?
Ew ciye, ciyê Pîralî lê rûnişt bû, belê niha ew bi navê Silavgeha Pîrafat li Şingalê tête naskirin. Pîrêt Pîrê Alî u Pîrêt Pîrafat ji yêt (Pîrî Fat in!). Pîr Fat jî Pîrêt binemala Şemsanî ye.
Pîr hate Pîraxanê, li pey ket, pirs ji Pîraxanê kir, got: Ka Pîr?
Got: Pîr, Xab?
Pîrê Alî zanî qirar u sikanek li Lalişê heye (dibêjin berî Şîxadî ew çû di Lalişê da runişt), ji wî wextî u şunda Şîxadî hat, êdî me tiştek ji Pîrê Alî ne hilanî. Hatina wî bi vî rengî bû, hosa me naskir.
Çawa Pîrê Alî îda Batizmî li nav eşîra Çêlka li Tirkiya dana, hosa îda (Mêl Mêlav) bo eşîra Ciwanayêt Çiyayê Şingalê dana. Eşîra Ciwana li meha Kanuna yekê çû serbira (qurbaniya) na kujin, belkî şêraniyê tînin, Şevberata xo digirin u şêraniya xo belav diken, dibêjin, Mêl Mêlava Ciwana.
Pîrê Alî hate Welatşêx u Bêlinda Pîra çêkir. Ew Bêlinda Pîra jî ya Pîrê Alî ye. Ew jî wê rojê sewika dipêjin u dikene îd. Çêlkiyêt Çiyayêt Şingalê baştir li ser tor u tibeiyetê xo mane.

Me got ku Micêwir heye, xewrê çêdiket. Qonaxa xewra lê bit, dor u berî seat 17.00-18.00 hêvarî wê bişînin xewrey ji mala Micêwir înin, li mal deynin, gundî u cînar tên ziyaretî bin.
Hêvara îniyê, ê qonaxa xewre bê, wê xewrê xo êwrînin. Gundî, her yek mêwija dînin, ê deh(10) kîlo, ê pênc(5) kîlo, ê bitir, ê kêmtir. Her yek li gorî mala xo mêwija diynin li ser xewra vala dikin. Paşî her yek wan heft(7) pariyêt goştê me gotî ji peza kuştî diynin li ser xewrey vala diken. Her yek heft(7) sewika diynê u her yek heft(7) fitîla(bo hilkirina çira) diynê da dînin ser xewre.
Xwedanê malê(qonaxa xewrê), xewrê (yan xewlêrê) diêwirînin u dikene qet-qet ji bo toberka gundiya ra.
Micêwir dê bangket: „gelî gundiya! Her yek amana xo bînit da toberka xewra bikenê.“ (xewra ji arê genmê gewrî, ji kuniciya, ji şîr, ji hîka pêk tê).
Her malek têt toberka xo ji xewra hilgirit. Dê Micêwir ji Xewdanê her malekê pirsiyar ket, ka çend mirov di mala wî da heyne, ew dê mirovêt mala xo li gorê emir u meziniya wan bêjit, cara êkê wê navê kura(nêra) hildet, paşî navê jina (mêya). Micêwir bo her yekî ji wan mirovêt malê lukmekê lê didet u dikete amanê de.
Berê me bi gemşa xewra parve dikir, belê niha em bi tasikê lêkve dikîn, çunke em Çêlkî dibêjin, heke ew gemşa toberkê ji destê Micêwir veresya u hindek jê ket, gelek bi zehmet e, ango gunah e, wê belayek bo wê malê yan wî mirovî bêt, ji ber wê yekê, me gemsş betal kirîne u tasek yan elpekeke piçuk dirust kiriya, ew tasike tête tijî kirin u li gor jimara kesêt malê hind tasik tijî xewre (li hêre Mêwij) diken u didene her malekê.
Piştî belavkirina mêwija, Micêwir her malekê li gor halê wê u mêhvanêt wê çend pariyêt goştî u sewikeke nanî didetê. Helbet ji wî goştî yê xelkê bo Pîrê Alî kiriya xêr, da ku mêhvan u gundî jî bixon. Eve hemû rê u risma li hêvara şîlanê tênkirin.
Divêt ewê ji bîr ne kîn, ku divêt her sal Batizmiyê (hevîrtirşê) xewre bête guhorîn, ango nû kirin u nanê miriya ji arvanê nû bête danîn. Her yek arvanekî xo başqa li Batizmiyê bi navê Pîrê Alî diken; yê deh teneke, yê heft, yê kêmtir, yê zêdetir, dibene aşî dihêrin. Diyne mal u derê wî venakin heta roja yekşema îda Batizmiyê. Wê rojê Pîr tê hevîrtirşê her malekê didetê u hingî her malek bi wî hevîrtirşê nû hevîrê xo diken u xêra miriyêt xo ji wî arvanî diden. Pîr hevîrtirşê sala nû bi gûza Pîralî tirş diket.
Çîroka vê gûzê ew e, dibêjin: demê Pîralî pez mexel kirî, ew bi rengê Derwêşa bû, pez hajota, diniya germ bû, çû sîber ne bûn pêzê wî li bin mexel bit, darek li erdê çikand u diwa kir ew darê hişk şîn hat, bûe dargûz. Ew dargûze gelek emzin bû, hemû pezê wî li bin sîbera wê mexel hat u bû xwşîna ava kaniyê li bin dara gûzê chû. (Pîr Isimaîl bo min got, ku ew gûze pêşiyê wan ji Tirkiya gel xo îna bû Şingalê. Hinçê Şêx ba yan Pîr ba, ew gûze diçinî u hildigirt, hevîrtirşê Pîralî pê çêdikir u hevîrtirşê mirîdêt xo pê çêdikirin. Gûzê di nav hevîrî diken u heta sibê hevîr tirş dibû. Ji bilî gûzê tiştekî dî na êxine nav hevîr, ne derman u ne tiştekî dî. Heke Pîrê Pîralî dused malî mirîda hebin, divêt her mirîdek girkekî, ango hindek ji wî hevîrî bo xo bibet.)
Dibêjin, hêvarî bitir ji 40 ta 50 kîloyêt arî dikene hevîr u ewê gûzê dibin hevîrî diken, sibê radibin, ew gûza wa bi ser hevîrî keftî. Eve edete heta niha li Şingalê nav Çêlka qut ne bûne.
Şeva îniyê şevberat e, xelik na nivin. Roja îniyê xelik ji ber ku zor westiya ne, ew bi roj dinivin.
Şeva Şevberatê, heke mirovekî ilmdar, yan mirovekî bi gal-gal hebit, xelkê qonaxê daxwaziyê ji wan bike ku ew bo dîwanê behsa ilmê Xwedê û Shîxadî, behsa rê û rismêt Êzdiya biket. Ji derve jî xort u qîz ji xo ra dîla u heneka diken. Helbet ne tenê îda Batizmiyê bo eşîra Çêlka ne, belkî Êzdiyêt dî jî dikarin beşdariyê tê da biken. Batizmî heft roj in, her rojek ji Mêrekî ra ye(Miliyaketekî yan Xasekî), roja taliyê, roja Şêşims e. Ew Mêr, Mêrêt miqerem in. Pîralî diwa kir, got:
Min yekşembu bi roja Şêşims qebûl kir. Wê rojê her yek taşta xo diynê qonaxa xewra lê, li civatê dadinyêt. L civatê hemû îda yek u du pîroz diken. Taşta xo bi hev ra dixon u paşî hemû rêz dibin bo ziyaretbûna xewre u her yek toberka xo ji wî xewreî dibet. Her dîsan roja taliyê(Basimbar) heye, ew jî nîşaneke ji nîşanêt Pîrêt Alî bo zarokêt bi kêma heyvê bikevin, bo zarokêt nesuxirî, mirovêt nexweş. Her mirovekî ji eşîra Çêlka bit, lazim e wê rojê tayekî basimbarê bi xo ra hilgirê. Seranserî salê ew tayê benkê li gel wan mirova dimînit heta sala dî Batizmî bêt, u ê kevin dihavêna nav nîshan u toberkêt malê, ango ciyekî paqij, u yê nû bi xo ve diken.
Em karin bêjin, ku ev cejna li nav Êzdiyêt Tirkiya, li nav Çêlka bi navê (Batizmî) têt. Li nav Êzdiyêt Çiyayê Şingalê, eşîreta Ciwana bi navê (Mêl Mêlav) u li Welatşêx bi navê (Bêlinda Pîra = îda Pîrafat).

Navê Çêlka ji kêder hatiye?
Gelek bîr û boçûn derheqa koka navê Çêlka hene, emê wan bi rêz kin. Yek ji wan boçûna ewe ya eşîreta Çêlka bi xo dibêjin, ku wextê Pîralî hatî, qonaxa (mala) berê gehtiyê, Çêlek jêra kuştin u jêra kirina xwarin, çunke ewan mirovêt dor u berê wî yan gundê tê de bawerî bi kerameta wî ne dikirin u xo bi destî ve ne dispart, Pîralî diwa li çêla kuştî kir, ew çêl sax kir, ji ber wê yekê gotine wan Çêlkî!
Pîr Ismaîl, ku ev çîroke bo min bi rêz dikir, got:
„ne bi vî karî navê me bû Çêlka, belkî bab û babîrêt me digot: em bi esil da ji Hindê hatîne, belê sala hatinê neye diyar e. Ji Hindê em ketine Îranê, paşî em ketine Rusiya, ji Rusiya jî em ketina Tirkiya. Demê em ketine Tirkiya, em ketina Çêlkê Eliyê Remo li wê Der me ordî girt u bû sikanê me, çunke ew kesêt hatîn miletekî xerîb bû u Çêlkê Eliyê Remo gehane hev, xelkê Tirkiya pirs jê kirin, tu ji kurî? Ez ji Çêlk hatîme. Erê tu ji wan xelkê ji Çêlk hatî! Erê, ez ji wan kesa me.“
Bi vî karî navê wan bû Çêlka. Di Tirkiya da navê wan kirine Çêlkiyêt Eliyê Remo, digotin:
- Tu bi hatî.
- Xêre li te bit.
- Tu ji kue hatî?
- Ez ji Çêlk hatime.
Ew eşîrete demekî li wê Der man, heta paşî ji wir belav bun, her hindeka gundekî xo girt u bune xwidan milik. Bi vî karî gotinê Çêlka.
Çêlka çend Eşîr û Babik in?
Dibit niho 10 ta 15 eshîr u babikêt Çêlka hebin, em dikarin navê hineke ji wan bêjin. Eşîra here mezin, Dasika ne. Navê eşîrêt din jî ev in; Kîwexî, Bacinî, Kefnasî, Taqa, Xirabî...htd.
Her çende serhijmêreke dirust ne hatiye kirine, ka hijmara vê eşîretê u her wisa eşîretêt dî yêt Êzdiya, belê wisa tête gotin go jimara Çêlka dibit bigehe 6 ta 7 hezar mala. çi Êlika li Tirkiya, Suriya, Îraq u Elmaniya dijîn.
Berê Axa u Mezinê Çêlka mala (Dudo) bû, li du wê malê (Xelefê Gernûs) u piştî wî (Şemdînê Çolî) mezinatî kir.
Mezinê Çêlka li Îraqê mala (Pîr Ebdo) u piştî wî kurê wî (Pîr Hewas) bu, niha jî kurêt wan bi dewrê wan radibin.
Şêxê Pîrêt Alî, Şêxêt Melek Fexredîn in. Pîrêt Pîr Alî ( Mehmed Reşan e) paşî ewan fitwê xo dan Pîrêt (Hesen Meman).
(çîrok li vir temam bû
Ronkirin u şirovekirin
Berî ême ser pirsa Pîralî, ew kî ye u çawa cejna Batizmiyê bi navê wî ve hatiye girêdane, ez dixwazim berî hemû tishtî li ser navê (Çêlka) wek eşîret bisekinim, ew ji kîder hatiye.
Gelo rast e, wek gelek ji eşîreta Çêlka bi xo dibêjin, ku Çêlka bi wan ve hatiye nusandine ji ber kuştinta (çêlê) u paşî saxkirina wê bi diwa u kerametêt Pîralî, ango navê wan kesan bû, Çêlkî-Çêlka, yêt bawerî bi Pîralî înayîn?!.
Belê li tenişt vê gotinê, hindek ji Çêlka dibêjin, nexêr, navê me ne ji Çêl yan Çêlek hatiye, belkî babkalik u pêşiyêt me ji (Hindê) hatîne u gehîştine Tirkiya, li derva Çêlkê Eliyê Remo wê Der akincî bûne.
Helbet peyda bûna ziman ji cem mirovan dest pê kiriye. Mirovê berê nav li wan tişta kiriye yêt çavêt wî li ser ruyê erdê u dor u berê xo kiriye. Demekî dirêj jî mirov wek komêt pirt u belav mayne, di pêşiyê da ew wek eşîreta ne hatîne nas kirine, belkî paşê sedêt sala ew girup mezin bûne u wek eşîreta hatîne nas kirine. Ji ber wê yekê jî behra bitir girup u eşîretêt ji kevin da peyda bûn, yan bi navê pêşiyê xo (xiwdan, babik) hatîne nav kirine, yan bi navê Çiya, deşt, robar u ciyêt bi nav u deng hatîne bi nav kirine. Hindek girupêt mirovan jî bi navê xiwdê dihebandin hatîne navkirine, wek Aşurî, Êzdî, Budî.
Ziman, li gorî pêşkeftina dan u standina mirovê berê li gel siruşt u diniyayê dest pê kiriye. Diyar e cara yekê bi dengêt sivik u hindek nîşana dest pê kiriye u çend hatiye ew deng u nîşane rengê gotina girtîne u dem bo demî aloz bûne heta ziman peyda bûye. Ango tiştê ber aqil ew e mirov u girupêt berê nav li Çiya, deşt, robar u derêt bi nav u deng, hemû tiştêt li ser ruyê erd u ezmanî kiribin. Li pê vê nêrînê ewe ber aqil e, ko behra bitir ji girup u eşîrêt kevin peyda bûyîn bi navê pêşiyê xo (xiwdan, Babkalkê here ewil) hatîne nav kirine. Dibe piştî hingî ewan navêt xo danabine ser Çiya, deşt, gund...htd.
Wek me berî niho jî gotî, gelek girupêt mirovan bi navê ew xiwdê dihebandin hatîne bi nav kirine, wek (Aşurî) çunke navê Xiwdayê wan î milê here mezin (Aşur) bû, yan Êzdî, Xiwdanê wan î here mezin (Êzî-Êzdan) bû.
Ew raya dibêjit navê eşîreta (Çêlka) ji kuştin u sax kirina Çêlê ji aliyê pê Alî hat, hatiye, rayeke li ser binyateke sist ava kiriye, ji ber ku ewê eşîrê-bêguman ji berî hatina Pîralî u kuştina Çêlê navê xo hebûye.
Li pê raya diwê, heke rastiyek hebit ko eşîreta Çêlka ji Hindistanê hatibit u navê wan Çêlka bû bit, bi tenê mirov dikarêt bêjit heta niho jî girupek mezin li Hindistanê heye bi çavekî pîroz temaşay Çêlê diken u ew çêlê na kujin u goştê wê na xon.
Erê gelo! Girêdayek di nav eşîreta Çêlkêt Êzdî li Tirkiya, Suriya, Îraqê u girupa Hindosiya li Hindistanê, ya ku bi çavekî pîroz temaşey Çêlê diken, heye?!
Heta niho chu belgêt mêjuyî ber dest nîn in, ku mirov bikaret pişta xo pê girêdet. Ji ber wê yekê mirov dikarit vê pirsiyarê vekirî bihêlit.
Tiştê bo min î balkêş di çîroka hatin u peyda bûna (Çêlka) li Tirikiyê, ew gotine bû, ko ew girupa ji Hindistanê hatî bo cara yekê li (Çêlkê Eliyê Remo) akincî bûn. Xelkê pirs ji wan dikirin:
hun ji kî Derê ne?
Ewan digotin: em ji Çêlkê Eliyê Remo ne.
Li hêr da u bi zimanê kurdî gotina(Çêlk, Çêl, Çel, Çelik) mana: berê dirêj, zinar, Çiya,...,têt.
Çêlkî u eşîreta Çêlka, ango xelkê ber zinara, yan xelkê çiyayî. Çêlkê Eliyê Remo = ber zinarê Eliyê Remo, yan çiyakê Eliyê Remo.
Ez bawerim nêrîna dimahîkê derheqa eşîreta Çêlka ber aqiltir bit ji ya yekê u diwê.
Xalê dî yêt here balkêş di çîroka (Pîrê Alî) da ev tiştêt xiwarê ne:
- Pîralî u navê Batizmiyê, yan bêjin navê Batizmiyê ji kur hatiye?
- Pîralî u şivantiya Dêra Dêrdilê (Êzdî-Şivanê Rahibê Fele!).
- Batizmî-Mêlmêlav-Bêlinda-Sersala nû-rojî u cejna Şêşims.
- Pez (wek nîşana Şivantiyê), çêl (wek qurbanî).
- Xewre (Xewlêr) wek ji genim u giya u dara hatiye dirust kirine, goşt (qurbaniya heywanî).
- Pîralî/qebûl kirina Ar(sewik-xewre) ne wek qebul kirina goştê beranî.
- Qebul kirina qurbaniyêt saxlem (pez, çel, nêrî) êt bê derd.
- Pîrê Alî-Pîrafat.
- Heft roj-heft parî goşt-heft çira.
- Dargûz u wekaz/derênana avê bi kerametê.
- Basmbar (sala nû-nexoşî).
Ewê çîroka Pîralî bo min gêrayî, ew bi xo Pîrê Pîralî bû, hosa diyar kir ku Pîralî berî dewrê Şîxadî peyda bûye. pesnandina Xiwdana, yan pêşî u babkalika ne tiştekî ecêb e li cem gelêt rojhilatê bi giştî u li cem eşîretêt Êzdiyan bi rengekî taybet. Belê, çunke belge u kitêbêt mêjuyî (dîrokî) li ber destê me nîn in ko li ser Pîralî nivîsî bin, em nikarîn dewir u zimanê peyda bûna wî bi dirustî dest nîşan bikîn. Heke me zanîba (Eliyê Remo) jî kî ye, hingî me bi kêmasî dê karîba serdemê eşîreta Çêlka u paşî Pîralî destnîşan bikîn. Ji aliyekî din ve heke me zaniyba navê Dêra Dêrdilê chî bû, dibû me destê xo danaba ser jiyan u çaxê Pîralî.
Belê tiştê guman tê da ney ew e, çîroka Pîralî li serdemê peyda bûna dînê Fele (Mesîhî) dest pê diket, çunke çîroka devikî ewê yekê qebul dike ku (Pîralî) hate Dêra Dêrdilê u bûe şivanê pezê Rehbê(Rahibê) wê Dêrê. Wekî tê zanîn Feletî li dawiya çerxê yekê zaynî u destpêka çerxê diwê li Kurdistanê belav bûye, li çerxê pêncê li ser meseleke lahutî nexoşî u dû berekî kete navbera Fele u dû kenîse Rojihilat (Nastorî) u kenîsa Rojava (Yaqubî) peyda bûn. Li vir da, heke me karî rojekê bizanîn çî dewir u berî Dêra Dêrdilê hatiye ava kirine, dê delîvekî baş be bo zanîna serdem u jiyana Pîralî.
Gelo, demê Pîralî hatiye cem Rahibê Dêrê ew li ser çî baweriyê bû?! Bo chî cejna bi navê wî hatiye girêdan, gotinê Batizmî?
Çend ez li nav ferhengêt kurdî da geriyam, bi tenê heta niho ev zaniyarî di ferhenga kurdî-farisî li ser vê cejnê dît, ko bi kurdî mana wê hosa ne (Batirza); cejneke Êzdiya ne li werzê Zivistanê têkirin.
Heke em berê xwe bidin ferhenga inglîzî, dîsan gotina (Baptizm) tê ber çav u mana wê hosa tê xoiya kirin.:
1. Morkirin.
2. Yekem taqî kirina rû bi rûyê mirov di jyaneke nû da.
3. Niqo kirina zarokî di avê da, yan rişandina avê bi ser wî da, heta ku ew ji guneha bê paqij kirin u bikeve hemêza kenîsê u giyanê wî pak be. Heke em bala xo bidnê, dê bibînin li cejna (Batizmî) yan wek hinek dibêjin (Batimzî) u (Baptizm) a gotina inglîzî bi tenê pîta (P) na êta nivîsandin.
Tiştekî diyar e, morkirin li cem gelek dînêt kevin u niha jî rolekî mezin dilîze. Heke li cem dînê Fele bi tenê zarok di emrê yeksalî da bên morkirin u li her kenîseke hebe, lê belê li cem Êzdiya ne her tenê zarok tên morkirin, belkî mirovêt mezin jî tên morkirin u ne her carekê di jiyana wan da, belkî çend cara ew biçne geliyê Lalişê divê ew bi ava pîroz a Zimzim u Kaniya Sipî bêne morkirin; ango Êzdî ne her her aveke hebe dikarin xo pê morbiken, belkî bi tenê ew dikarin-wekî me got- bi ava Kaniya Sipî Zimzimê giyanê xo pak bikin. Eve jî cudayeke berçav e di nav morkirina Fele u Êzdiya da.
Min pêşgotina kurt da ber çav ta balê (serincê) bikêşme ser wê yekê, erê navê cejna Batizmiya eşîreta Çêlka girêdanek bi (Baptizm) u morkirina Fele heye yan na?! Bi taybet destpêka çîrokê wê çendê destnîşan dike, ku yekem car Pîralî bûwa şivanê Dêra Fele li Dêrdilê u kerametêt wî li wê Der diyar bûn.


Ez bawerim tiştêt here giring u balkêş di vê çîrokê da, ji bilî navê cejnê, hinek nîşan u rê u rismêt têne kirine, her hosa çax u rojiyêt cejn tê pîroz kirin, ku li dawiya meha kanûna yekê u destpêka kanuna diwê li werzê zivistanê.
Werzê zivistanê, bitir ji hemû werza î pirî cejin u rê u rism e; ji wana:
1. Cejna Çilê zivistanê ji 13 î kanuna yekê heta 20 î kanuna diwê bi hisêba rojhilat (Girîgorî), beranber 26 î kanuna yekê heta 4 î sibatê.
2. Cejna Rojiyêt Êzî li yekem înî ji kanuna yekê ya rojhilat.
3. Cejna Bêlinda Pîra (Pîrêt Pîrafat) li îniya yekê ji çilê zivistanê.
4. Bêlinda mezin, ko dikeve îniya diwê ji çilê zivistanê, ango dawiya kanuna yekê.
5. Cejna Mêl Mêlav, yan (Mêr Avê-Mêr Av) li çiyayê Şingalê. Ne dûr e (Mêl Mêlav) ji (Mêrav) yan (Mêrab) a farisî hatiba, ew jî bo wî kesî tê gotin, ko berpirsiyarê ava gund u avaniya ye, ew bi dabeş kirina avê bi ser xelkê gundî ra dibe.
6. Cejna Batizmî li cem eşîreta Çêlkan li dawiya meha kanuna yekê u destpêka kanuna diwê.
7. Gurka Ga.

 

Ev Cejin u rê u rismne li gel tevaya cejnêt dî yêt Êzdiya li her çar werzêt salê (dirameke kewnî ne) li dora fikra çerx u feleka çêbuna kiriyarêt diniyê u gerana çerx u feleka u guherînêt li werzêt salê peyda dibin, bi taybet mesela destpêka peydabûna çandiniya genim u girêdana van kiriyarêt serekî bi fîlosofiya mirin u jiyanê da.
Mirin girêyeke mezin u serekî bû, ru bi rûy mirovêt ser erdê bûyî. Ev girê u pirsa heta niha jî ciyê kêş u vekêşê ye u bersiveke têr u tesel jêra ne hatiye dîtine, her girup u dînek li gorî fîlosofiya xo temaşay mirinê dike u bersiva wê dide.
Li gorî fikra Êzdiya giyanwer, yan bêjin mirov, ji dû tiştan pêk hatiye: (giyan/Ruh-leş), hinek cara dikin sê tişt (Ruh-Leş-Nefs/Nefes).
Giyan her u her ji aliyê xudê ve hatuiye dirust irine u ew li ezmana di qendîlê da hatiye u tê parastin. Giyan na mire u ji yekî diçite ber yekî dî da. Leş dimire u nefs binemaya xerabiyê ne.
Her çende fîlosofiya Êzdiya dibêje ruh na mire u xudê çêkiriye, belê li gelek şirovekirinêt xo da hosa xoya dikin, ko ruha baş u xirab jî heye, ruh li gorî karê xo yêt dinê dikeve ber dadgehê!
Her çawa be, cejna Batizmiyê li nav eşîreta Çêlka li Welat u dervey Welat, cejna Mêlmêlav li çiyayê Şingalê, cejna Bêlinda Pîra u Belinda mezin li Welatşêx, rojiyêt Êzî u rojiyêt Şêşims, her hosa cejna dayikbuna Îsa li 24-25 î heyva 12 an, li dor fikra mirin u rabuna nû digerên.
Heke li cem Fele Îsa Pêxember giyanê xo dike gorî ji ber ku diniyayê ji guneha rizgarke u piştî sê roja ew radibe, belê li cem Êzdiya diyar e ew fikra kurtir e. Rast e kuştina çêlê u saxkirina wê bi kerameta Pîralî jiyana nû xoya dike, lê belê ji aliyê riyalîstî ve u Felekî ve, ev rê u rismêt Êzdiya bi guhorîna av u hewa di vê demê salê da digirêdayne. Li rojiyêt Êzî u Şêşims u Bêlinda u Batizmiyê, roj dikeve mizilgeha Ga (Birc althor) u werzê payîzî bi dimahî tê u werzê zivistanê dest pê dike.
Wek tê zanîn diwanzdeh mizilgehêt rojê li ezmana hene u gelêt kevin, ji wana Babilî bo nimûne, li vî demê salê ga dikire qurbanî bo rojê, çunke ew li ser wê baweriyê bûn, ko roj qurbaniya wan qebul bike u dergehê xêr u bereketê ji wan ra veke u zivistaneke bê sir u seqem bi ser wan da bîne u ji xuna Gayî, giya u çandinî dexil u dan şîn bibe. Hindek Fele jî hosa dibêjin, cejna dayikbûna Îsa li vî demê salê, ne cejneke Fele ne, belkî ewan ji dînêt kevin standî ye.
Li hêr da dû pirsiya têne pêş:
yek: bo çî di çîrokê da (Pîralî) dibe şivanê Dêra Fele?!
Dû: bo çî xelkê gundêt Şorê cara pêshin ji kerametêt Pîralî bawer nekirin, erê ew berî hatina Pîralî li ser çî dînî bûn?
Her çende ji bo serdemê destpêkirina vê çîrokê chu belgêt mêjuyî li ber destê me nîn in, belê tiştê beraqil ew e, mirov dikare hosa bêje, ku hêşta hêrîşêt Musilmana ne gehiştbûn Kurdistanê u dînê Islametiyê li van Devera belav ne bûbû. Ji ber vê yekê bi tenê kêş u vekêş nêva Feletiyê u dînêt kevinêt Deverê u ji wana Kurdistanê hebûn. Heke Pîralî bawerî bi Feletiyê înaba, ewî Dêra Dêrdilê bi cî ne dihêla u ne diço nav eşîretêt çiyayê Şorê u paşî ne dihate çiyayê Şingalê u Welatşêx u çîroka Batizmiyê peyda nedibû. Diyar e ew li ser baweriyeke kevine kurdan bû, belê Êzdiyêt me yêt niho wî çaxî li ser navê Êzdiya bûn yan bi navekî diî bûn? Dîsan ji ber nebûna belgeyekî mêjuyî bawer pêkirî, em nikarin bersiveke binecî bidin. Em dikarîn bêjin, piştî Rehbê(Rahibê) Dêrê bi çavê xo kerameta Pîralî dîtî u bawerî pê anî u Pîralî ew Dêr bi cî hêla u rukire nav eşîretêt Çêlka, dû fikir u dû dînêt cuda-cuda li Devera Kurdistanê hebûn, belê kêş u vekêş di navbera wan da ne kêşeke xunway bû, ne li ser kuştin u bi karanîna hêzê avakirî bû, belkî ew her dû bawerî (Dîn) bi aştî bi hev ra dijiyan u kesî bi xurtî baweriya xo bi ser yê din da ne dida qebulkirin. Bi rengekî hêmin u hêdî Pîralî xo ji şivantiya Dêrê vekêşa u qesta xelkekî dî kir.
Pîralî ço nav eşîretêt çiyayê Şorê u paşê ço nav eşîreta Dasika li Deştê, wekî çîrok jî dibêjit, ewan cara yekê ji kerametêt wî bawer ne kirin, heta li qunaxa xo ya yekê li nav Kîwexî u Baciniya, Çêla kuştî Pîralî sax nekir! Pirsiyar ew e:
Heke Pîralî u vê eşîretê yek u dû naskiriba, pêwist ne bû ew jî bawer nekin heta kerameta wî nebînin?
Pisiyara dî ew e:
Erê gelo, her dû (pîralî u eşîreta Çêlka) li ser yek baweriyê bûn, yan li ser dû baweriyêt cuda bûna u piştî xoyakirina kerametê yek u du qebulkirin?! Çunke çîrokbêjî hosa got, „hingî ewî xo bi navê Pîralî bo wan diyarkir, lê berî bi chî navî bû, em nizanin“.
Mirov dikare vê pirsiyarê jî, wek mirov ji mêjuyê dizane, biniyata baweriyêt dînêt kevnar li gorî peywendiya mirov li gel siruştê u diniyaya dor u ber hatiye ava kirine, ku mirov dikare li ser sê hêlêt serekî dabeş bike:
Yek: dînê li ser fikra çandiniyê hatîna avakirin.
Dû: li ser fikra şivantiyê u xudankirina pez u tersh u tewal.
Sê: li ser fikra kar têkirina bazirganiyê.
Her yek ji van hêla taybetmendî u sîmbol u pîroziyêt xo hene, bo nimûne: Pîrozbûna (Rojê) di her dînekî da wê manê digehîne ew dîne li ser baweriya çandiniyê hatiye ava kirine. Bê roj çandinî shîn nabe u berhem na gire.
Pîrozbûna (heyvê) li cem her miletekî, hosa digehîne ew dîne li ser şivantiyê u bo deverêt beriya hatiye avakirine.
Mişebûna xudana: nîşana dînêt çandinî ye, nîşana bi hev ra jiyana fikrêt cuda-cuda ye.
- Xudayê bi tenê, nîşana koçerî u desthilatdarî u kotekiyê ye.
- Hesp, erebane, hêştir, darqesp, nîşana bazirganiyê ye.
- Pez, mêş, çêl, ga, nîşana şivantî u çandinyê pêkeve.
Rast e divê her malek çêlkî qurbaniyekê bikuje, çî pez bit, yan chêl u ga bit. Belê li demê pêşin Pîralî ji nav hemû qurbaniya bitir (Arê) kurê Pîrê qebulkir.
Ar (ard) ku ji berhemêt çandiniyê ye u ji destê kurê pîrê, ku yekî belengaz e, ew bitir ji hemuka (ga u beran u peza) hate qebulkirin. Di vî aliyê çîrokê da, mirov bi çend tişta dihisê:
Yek: rikmana nêvbera dû qunaxa da, qunaxa çandinî u qunaxa şivantiyê u paşî têkel bûna wan qunaxa.
Her çende behra bitir ji xelkê pez u terş u tewalî dikene qurbanî, belê (xewre u mêwij u gûz), ku hemû nîşan u berhemêt çandiniyê ne, wek kok u biniyata vê cejnê dimînin. Divê hevîrtirşê sala nû bi gûza li mala Micêwirêt Bozêra bêta çêkirin u bi ser malêt mirîda da bê belav kirin.
Dû: heke bêna goştê qurbaniya, pozê mezin u Miliyaketa tijî bike, lê belê miovê derwêş u xudênas wek Pîralî, xêra mirovê belengaz, chî tisht be, hinek ar yan mistek mêwij be, ew bitir qebul dike!
Ji aliyê mêjuyî ve, pêşkêşkirina qurbaniya (pez, çêl, ga, nêrî, bizin...htd.) digerête dewir u zemanê zalbûna babê (nêr) bi ser mal u erz u eyalî da. Dewrê kevintir, ku hemû tişti bi navê dayikê (Mê) bû, bi tenê xêra genim u derametê çandiniyê bo mezara u ciyêt pîroz dihate pêşkêş kirin.
Di vê çîrokê da (xewre-xewlêr) nîşan u berhemê jiyana çandinî u akincî bûniye. Xewre ji ar u kuncî u mêwij u gûza pêktê, hemû berhemêt çandiniyê ne u bi rengekî giştî genim, ku ar jê tê dirust kirin, qutê îmanê ye, qutê Tawisî Melek e.
Sê: hijmara heft (7) roleke berçav dibîne: heft roja cejna Batizmiyê berdewam dike. Her kesek heft parî goşt ji qurbana xo dide aliyekî. Heft çira tên hilkirin, heft sewik, heft fitîl, ...htd.
Bêguman hijmara heft li cem piraniya diyanetêt diniyayê ye pîroz e u wekî Zanayêt li ser Dîn û Mîtolociya nivîsin, wê yekê xoya dikin, ku hijmara heft u heft rojêt îniyê, nîşan in bo her heft kewkebêt ezmanî (Roj, Heyv, Qurx, Stêrka berê Sibê, ‘Utarid, Merîx, Mişterî) u her yek ji vana li ser navê Miliyaketekî ye.


Her sê rojiyêt bo Şêsşims li vî demê salê, anku di dawiya kanuna yekê u destpêka kanuna diwê-tên girtin, ew e roj dikeve mizilgeha Ga da (Birc alsor), diyar e ji ber wê yekêye Ga yan Çêlê dikene qurbanî. Roja yekşemê dibe cejna Şêşims.
Heke Fele, Îsa Pêxember wek nûra Xudê nas dikin u li vî demê salê u van rojan wek roja dayikbûna wî dihijmêrin, yan jî demê li sêdare dana wî u vegera wî piştî sê roja, her hos Êzdî, Şêşims u Êzî u Şêxadî wek nûra Xudê dinasin, rojiya digirin u cejna bi navê Êzî u Şêşims u Pîralî u Pîrafat (Batizmî, Bêlinda) pîroz dikin. Hemû jî nîşana jiyana nû, jiyana berdewam, jiyana bê nexoşî u derd in. Diyar e ji ber wê yekê ye jî (Basimbar) tê çêkirin wek nîşanekê, ku divê her yek seranserî salê, anku heta sala nû bê, biêxe destê xo.
Wekazê Şêxadî demê bi kerameta ava Zimzim bo şêxêt Bexdayê diîne, yan wekazê Pîralî, dîsan demê bi kerametê avê ji kevirekî hişik li çiyayê Şorê ji bo pezê Dêrê diîne, ew wekaz ne kêmtir e ji wekazê (Mar) Musa Pêxember demê li çiyayê Tor Sîna bi kar diîna, yan ava behrê pê şeqkirî, demê Cihûa ji Misrê bazdayî!!
Ismaîlê Pîr Hewas ko xo Pîrê Pîralî ye, ev çîroke bo min li roja 15.08.1999 li Einbeck/Elmaniya got. Pîr Smaîl li sala 1949 ê li çiyayê Şingalê hatiye dinyayê. Min ji aliyê xo ve gelek tiştêt dî ku li ser vê cejnê bihîstîne zêde kirin u ji aliyê rêziman u giramatîkê serrast kirin u paşî gelek şirovekirin li ser naverok u kiriyar u seimbola kirîne. Cara yekemîn ev Lêkoîn di pirtûka Dr.Xelîl Cindî ya bi navê “Perin ji edebê dînê Êzidiyan”, bergê duyem, Hewler 2004 de hata weşandin.
Çêlkanî, yan Çêlka navê eşîreteke mezin e Êzdiya ne li Tirkiya, Suriya, Îraqê u Elmaniya dijîn.
Cêw-Cêw: Cêwî, cêmik, dû-dû.
Şole: Şuxil, kar.
Banî: Cih, Dever, cih, yan Devera çêrê.
Pawanî: nobedarî, heresî.
Deravekî avê: derav yan delav, delavê avê, yan ciweke avê.
Kîwex, Bacin, Xerabî: hem navê gundan ne li çiyayê Şorê, hem navê babikan ne ji eşîreta Çêlka.
Dasikî: dîsa navê eşîreke Çêlke ye, ko li deşta Nisêbînê, li Tirkiy dijîn.
Xelkê Torê: Êzdiyên ku li Torê/Tor Abdîn li bakûrê Kurdistan dijîn.
Xewre, yan Xewlêr: naneke mezin u qalin e bi run yan bê run tête patin, li Welatşêx mêwîjekê dihavêjne nav wê xewlêrê u piştî cejna Bêlinda bi qedera mirovêt malê tête qet kirin u bi ser kesêt malê tête belav kirin ka mêwij dê behra kê de kevit.
Bozêra: navê babikekî ye, ji eşîreta Çêlka.
Serbir: qurbanî, ew heywana-pez bit yan dewar, ko wek xêr bête kuştin.
Miqerem: ji „mikerim“ a erebî hatiye
Mêr: li hêre da bi mana xas u babçaka tê, yan ewêt surr u kerametê Xudê gehiştînê.
Fat: gotineke erebî ye, anku derbazbu.
Çîrokbêjî hosa got, belê ya rast ew e hemû Pîranî ji eşîreta Hekarî ne u ew li ser Adaniya tên hijmartin.
Pîraxa: navê kaniyeke avê ye, dikeve Devera çiyayê Şingalê li cem gundê Kolika u simê Histir.
Gotineke Êzdiyan heye dibêje, av u avayî, anku chi ciyê av lê peyda be, ew cî ava ye, jiyan li wê Der heye. Ji ber wê yekê mirovê berê bi taybet xwastiye pîroziyekê bide wan kaniyêt avê, wan dara, wan robara u geliya, yêt ku fayda gehandiye jiyana mirovan. Her dem jî av u kaniya Xudan hebûîne.
Xab, dîsa gotineke erebî ye, bi mana winda bû. Ji ber wê yekê jî dibêjin wê Der bu (Pîraxa/Pîraxxa).
Êwirandin: hilweşandin
lukim: kefa destî, gemiş
sîber: sih, sî.
Nivistin: razan, raketin, xewkirin.
Çêlik: devereke li Tirkiya.
Birêne ferhenga kurdî-inglîzî, Baram Rizgar, p.56, çapa London 1993.
Birêne kitêba: al-aşûriyun fî al-tarîx, cemii Îşo Xelîl Ciwaru, Beyrût 1962, r.60.
Binêre ferhenga „Henbane Porîne“, ferhenga kurdî-farisî-Hejar Mokriyanî, Cildê Siruş, Şehran 1376, perê 38.
Ferhenga al-mewrid, ferhenga inglîzî-erebî, danana Minîr Bealbekî, Beyrût 1981, perê 87.
Bo zaniyariyêt zêdetir, binêre kitêba me: nahwa marifat haqiqat al-diyana al-ezidiya, Siwîd 1998, p.99-100.h
Bo zaniyariyêt bitir, binêre vekolîna me: nahwa marifat haqiqat al-diyana al-ezidiya, çapa yekê, Siwîd 1998, ji perê 79-115.
Jêderê pêşin, nahwa marîfat..., perê 106-107.
Mizilgeha Ga, anku bi erebî (borc al-thewir).




Ola Ezid PDF Drucken E-Mail
 

Weki go te zanin Eziditi yek ji wan Olen heri kevnar en ku mirohvayati li rojhilata navin li bin tesire xweda histina. Ezidi bi gisti kurdin u zimane wan bi kurdiya. Ew bi xwe ji Mezepotamyana.

Bigiştı kawl u duhayen Ezidiyan bi kurdina.
Diroka Ezidiyatiye digihije hetani dema Mitrahizma 2000 sal beri zaina pexember İsa.

Weki go tezanin gotina Ezidi (Yezidi) ji Yezda te u ev gotin bi xwe bi Farisiya u te we mahneye yen ezdayi (xweda) yani ego ez dayi xwedane herd u ezman u ne weki ji hela hin kesan yan ji aliyan va te idiyakirin tu tisti xwe bi xalifet Yezide Areb re tuneye ji bergo weki gelek pispor
ji didin xwuyan ola Eziditiye diroka we mirow dikare hetani 1000 Sali
beri zayina Hisa bisopine ew yek bi xwe ji be minakasa dide xuyakirin
go tu tekiliya xwe bi xalife Yezidre tuneye.

Baweriya Êzîdiyan bi hebûna yek Xwedayî tê.
Perestgeha Ezydiya ya pîroz "Laliş" li Kurdistana Îraqê ye.
Hejmara wan di nav gelê Kurd de pir hindike.

Hejmara wan neziki 750000 ya , piraniya wan li Kurdistana Îraqê dimînin (600.000).
Mîrê Ezidiya û serokê olê, "Bavê Şêx-Extiyarê Mergehê li Ba`adrê û Lalişê dimînin.

Wekî din jî Êzîdî li Kurdistana Tirkiyê, Kurdistana Sûriyê, li Ermenistanê, Îranê û Gurcistanê, hene.

 

Tiste li ba Ezidiya herin piroz

  1. Roj (Şêşims mefer e mêrê Êzîdî ye)
  2. Agir
  3. Av
  4. Heyv
  5. Rasti (Dive her Ezidi rastiye beje ü havalbende rastiyebe. Xwe ji derava bıpareze. Divet xwediye soza xwebe.)
  6. Zanin (zanabun)
  7. Sermi ( Ji tijten nebaş xwe dur bigire.Tişten go mırov je şerm bike neke u xwe je dur bıgre)

Tisten liser her kese Ezidi farz

Her Ezidi dive Şexek Pirek Hostyek u Xwuh/Bra e axrete hebe.
Her Ezidiki dive roje se care duha xwe bike.
 

Her duhaki sibehe nava roje u evare li ser piya u dive bere xwe bide roje.
Dema go duha xwe kadand dive ku harde paci bikin.
Her Ezidiki dive ji hindikayiva careke bice Lalisa nurani.

Civaka Ezidiya ji di tabaka pekte
Ev tabaka Yeknav u Dinav in.
Her tabake yek ji di nave xwe da ji hev cudeya heta beri
dema Sex Hadi bi tene Yeknav (mirid) u Dinav (Pir) hebun.

Her kese Ezidi ji dayik bunda ji tabaka dayik u bave xweya
(yani mirov Pir yan ji Mirid te dinyaye u çenabe go mirov tabaka xwe bughere).
 

Pisti hatina Sex Hadi, Sexiti ji di nav Ezidiya da çebu u Sex bi xwe ji di nava xwe
da ji hev vakatahayina.
Her weki go zewaca Yeknav u Dinava bi hevdure di Ola Ezidiyada kadaxeya,
zewaca Dinava ji bi tabakayek dinjira(grub) kadaxeye.

 

Yeknav
 

  • Mirid
  • Kawal
  • Fakir
  • Micewir

Dinav
  • Pir
  • Shex

Roje cejn u Rojiyen Ezidiya

Roje Cejn u Rojiyen Ezidiya bi gisti heji li gor salnameya kevin pekten.
 

  • Çarşemba sor (yekemin Çarşemba serê Nîsanê )

 

  • Cemayia cejna haciya, ev cejn heftike didomine u di haftiya dawiya meha Elune deya.

 

  • Rojiyen Xwedana roja Sesem, Çarsem u Pencsemena roja Ine ji Cejna Xwedana ya

 

  • Rojiyen Sesims ev ji roja Sesem, Çarsem u Pencsemena roja Ine ji Cejna Sesimsa.

 

  • Rojiyen Ezid ev ji roja Sesem, Çarsem u Pencsemena roja Ine ji Cejna Ezid (heyra Ezid)a

 

  • Cejna Pir Ali (Batizmi) ev cejn roja Yekseme dest peke u disa roja yekseme bi dawi dibe u dive ji hindikayi rojek je (li gori salnameya kevin) bikeve sala nu.

 

  • Çele Havine Rojiyen Çele havine 40 roji na.

 

  • Çele zivistane Rojiyen Çele Zivistane ev ji 40 roji didominen.

 

  • Xidir elyas u Xidir Nebi ev cejn di yekemin pencsema sere meha Sabate deya.


 

Lalish
 

 













 
Çarşema Sor cejna Sersala Êzdiyan

Mecîdê Heso

Bi dirêjiya dîroka xwe, gelê Kurd wekî netew bi hemû ol û bîrûbaweran ve bi giştî û ola Êzîdîyan bi taybet çendîn karesat bi serî hatine.Ji encamê ferman,talan, şewitandin,kuştin û birîna, yên ku Êzîdî bi egerên olî û neteweyî tûşbûyîn, hîç dekûmêntên nivîskî li cem nemayîne.Destnîşankirina destpêka cejin û tewaf, rêûresmên vê ola kevin.Ta niha wateya hind sembol û elementên di gêrana rêûresmên Êzîdiyan de bi kar tên, cihê gengeşe û danûstandinê ne.

Çavkaniyên li ber dest behra pitir ji wan ne cihê bawiryêne, ji ber ku hind nivîskar, girêdayî hind bîrûbawiryanin ku diserî de li dijî hebûna neteweya Kurdin û paşî lidijî wan bîrûbaweryên kevnên li cem Êzîdyanin, ew bîrûbaweriyên ku herdemê ku werarê bikin dê serçavkên din yên netewebûnê bi xwe ve girêdin û hesta neteweyî xurtkin.Berovajî jî diriste,ango çend bîra neteweyî pêşkeftiye, çendî Êzîdyatiyê jî xwe ji qunçikên tarî derxistiye der û xelekên winda ji dîroka me derxstîne û bûye gencînek bi hêz ji alê parastinakultûr û reseniya dîroka şaristanî li cem Kurdan, ku heyanî niha piraniya şûnewarên wan şaristaniya li Kurdistanê mîna kopên çiyayên Kurdistanê di serbilind û xweragirin.

Yên ku li cem Êzîdîyan mayîn hijmarek têkistên devkîne,ku di sîngê rîhsipîyan de hatîn parastin.

Her lêkolînek zanistî pirensîpên xwe yên tîyorî û piraktîkî hene.Raste Êzîdîyan hiç dekomêntên nivîskî nemayîne,lê mîtolojiyek taybet û pir balkêş heye. Ji alê erkolojî ve şun pencên vê olê liser şaristaniya kevna Kurdustanê xuyaû aşkiraye. Bi sedan şûnwar li Kurdistanê vê rastiyê berçav dikin.jiblî vê yekê ger mîtolojiya niha Êzîdîyan bawerîpê hey, berawird bikîn digel ya miletên din yên wî ser demî dê nêzîkyekê yan mînahevyekê di navbera wan de bînîn.Baştirîn mînak cejna serê salê ye ku bi "Çarşema Sor" tênasîn, mezintirîn cejna Êzîdîya ye.

Cejna sersala Êzîdîyan di keve çarşema yekê ji salnameya rojhilatî. Li pey mîtolojiya Êzîdîyan her sal Xudê, xwedawendekî"milyaketekî"ji heft xwedawendên xwe dihinêre ser erdî, jiboyî ku li wê salê serperiştiya sîstemê jiyanê bigre dest xwe. Êzîdî piştî gelek duayên xwe dibêjin :"Ya milyaketên ber salê, hûn me sitar bikin ji qedayê ji belayê". Bawerya Êzîdîyan wiloye ku bi hatina vî xwedawendî, erd bi xeml û xêz dikeve, giyanewer û sirûşt bi dest pêka vê dem salê avis dibe, bi vê helkefta pîroz şahî û cejin li her derê tên gêran.Pendek pêşînan heye di bêje" Melik zên hat xwarê, deng kir li biharê, ne li hêre tenê bigre heya bi çiyayê Şengalê ".Di mîtolojya Êzîdîyan de hatiye ku nîsan bûka hemû mehaye, Xwedawend têde zewicîne, ji ber hindê jinînan û zewac li vê meha pîroz de herame.

Erkolojiyê ferensî "kontîno", yê ku şarezayek mezin di warê jiyana Asûrî û Babilyan de hey, sebaret hebûna vê cejnê li cem van herdû miletên navbirî dibêje ku:"Sexmeratî jinînana pîroz di vê cejnê de, li gişt peristgehên Babilî û Asûriyên kevin de, nivêj û rêûresmên xwezayî dihatin lidarxistin.cotekî xwedawendan bi vî karî radibûn,yan şûna wan dû kahinên din yên nêr û mê parçek vê •anogeryê her sal pê•kêşdikir .

Lêkolînvanê Ingilîzî Corc rû dibêje ku:" Berê miletên kevin,bi rêya jinînana pîroz a xwedawendan,berê moletên kevin ji zîdebûna verêja xelik,pez,dxil û danê xwe pişt rast dibûn.Ew jinînan jî her sal bi keyîv û xweşî li bîr di hat",dîsan dibêje ku"Her sal bihar mîna behiştê bû bo Somerî û Ekedya, wî çaxî çavê her kesî li wan rêûresman bûn yên ku bi dirêjiya-11 rojan-li Payîtextî dihatin sazkirin û li darxistin, hêvî û mirazên her hawilatiyekî mezobotamî bi vê cejnê ve girê dayî bûn".

Tewafên Êzîdîyan, yên ku Îroj bi dirêjiya meha nîsanê, li her gundekî tên gêran û bi coşek mezin li her ciyekî Êzîdî lê dijîn tên pîrozkirin, dîsan ew kernevala ku linîsana li bajarê musil niha jî tê gêran, ku bi paytexta Asûriayan di hat hijmartin, girêdayî hevin, her dû jî paşmayên mîtolojiyek pir kevnarin.

Êzîdî dibêjin axkolan di vê meha pîroz de herame, jiberku vê mehê erdî avise, sebaret vê yekê"kontîno" dibêje ku:"di koka xwe de ev cejn ya xwezayî bû, bi dû rengan di hat pîrozkirin, yekem: behîdariya sirûştî(xwezayî)li ser hemû tiştên jîndar, diwem: şahîgêrana sirûştî ye bi vegeryana jiyana her tiştî.Êzîdî jî di vê cejnê de, ji aliyekî keyfê dikin û ji alek din ve miryên xwe li bîr tînin.Êvara cejnê her malek nanek taybet dipêjin ku jêre dibêjin sewik, piştî ku her jimarek wan sewikan binavê miryekî(a) xwe bi navdikin, li ser malên gundiyên xwe belav dikin.sibeyîka cejnê di germe germa pîroziyan de, jinên gundî bi buxçikên pirî zad û fêkî ve qesta goristana gundî dikin.Malxoyên malan jî her yek qesta nav zeviya xwe dike û qaçikên hîkênbi renga xemilandîn li nav çandinîyên xwe belav dikin.bêrîvan jî mastê wê rojê dikin hêvênê hemû salê û tevaya wê rojê berxikan berdidin ber makan da ku bi vê cena pîroz mêjanê bikin ji ber ku şîrê wê rojê tenduristiye.helbet wê rojê xelatek başpêşkêşî şivanan dikin.

Berî çavê rojê zerbe ku Êzîdî dibêjinê çavê şêşims,pêwîste her malekê serderyên xwe xemilandibin bi qaçikên hikên rengîn û kulîlkên nîsanê yên sor. Êzîdî rêzgirtin û xemla jiyanê bi rengînkirina hîkan derdibirin(tînin ziman).

Çima hêk bo vê mebesta pîroz bikartên?.

Ji ber ku hîk jêderê jiyanê ye û her jiyanliberek ji hîkê dirist dibe.

Berê Iraniyên kevin jî ev cejne hebû û her bi heman navî, her sal li çarşema dawiyê ji salê anku digel cejna Newrozê,niha hindî û elmanî jî li jêr navên cuda, lê her bi xemiladina hîkan vê cejnê pîroz dikin. Ji ber vê yekê ez jî bawer dikim ku serçavkên vê cejnê gelek dikevnin,jiber ku vedgeryên serdemê peydabûna bîrûbaweriyên miletên Arî.

Êvara cejnê li lalişa pîroz Qewil û sirûdên olî tên gotin û sema tê gêran(kê•an),çirayekî mezin tê helkirin û ji agirê wî çiray çendîn fitîl li ser nîşangehên xasan li geliyê lalişê tên vêxistin,di gel ku roj perên xwe dadhêle û ber bi avabûnê ve diçe li geliyê pîroz dîmenekê fantazî dirist dibe û dibe kernevala rengan.

Ji malpera www.ezdixane.com



 

Çarþema Sor cejna Sersala Êzdiyan
Roj: 11-10-1426 åÜ
Babet: Rêûresim


Çarşema Sor cejna Sersala Êzdiyan

 

         Mecîdê Heso

Bi dirêjiya dîroka xwe, gelê Kurd wekî netew bi hemû ol û bîrûbaweran ve bi giştî û ola Êzîdîyan bi taybet çendîn karesat bi serî hatine.Ji encamê ferman,talan, şewitandin,kuştin û birîna, yên ku Êzîdî bi egerên olî û neteweyî tûşbûyîn, hîç dekûmêntên nivîskî li cem nemayîne.

Destnîşankirina destpêka cejin û tewaf, rêûresmên vê ola kevin.Ta niha wateya hind sembol û elementên di gêrana rêûresmên Êzîdiyan de bi kar tên, cihê gengeşe û danûstandinê ne. Çavkaniyên li ber dest behra pitir ji wan ne cihê bawiryêne, ji ber ku hind nivîskar, girêdayî hind bîrûbawiryanin ku diserî de li dijî hebûna neteweya Kurdin û paşî lidijî wan bîrûbaweryên kevnên li cem Êzîdyanin, ew bîrûbaweriyên ku herdemê ku werarê bikin dê serçavkên din yên netewebûnê bi xwe ve girêdin û hesta neteweyî xurtkin. 

Berovajî jî diriste,ango çend bîra neteweyî pêşkeftiye, çendî Êzîdyatiyê jî xwe ji qunçikên tarî derxistiye der û xelekên winda ji dîroka me derxstîne û bûye gencînek bi hêz ji alê parastinakultûr û reseniya dîroka şaristanî li cem Kurdan, ku heyanî niha piraniya şûnewarên wan şaristaniya li Kurdistanê mîna kopên çiyayên Kurdistanê di serbilind û xweragirin.
Yên ku li cem Êzîdîyan mayîn hijmarek têkistên devkîne,ku di sîngê rîhsipîyan de hatîn parastin.
Her lêkolînek zanistî pirensîpên xwe yên tîyorî û piraktîkî hene.Raste Êzîdîyan hiç dekomêntên nivîskî nemayîne,lê mîtolojiyek taybet û pir balkêş heye. Ji alê erkolojî ve şun pencên vê olê liser şaristaniya kevna Kurdustanê xuyaû aşkiraye. Bi sedan şûnwar li Kurdistanê vê rastiyê berçav dikin.jiblî vê yekê ger mîtolojiya niha Êzîdîyan bawerîpê hey, berawird bikîn digel ya miletên din yên wî ser demî dê nêzîkyekê yan mînahevyekê di navbera wan de bînîn.Baştirîn mînak cejna serê salê ye ku bi "Çarşema Sor" tênasîn, mezintirîn cejna Êzîdîya ye.

Cejna sersala Êzîdîyan di keve çarşema yekê ji salnameya rojhilatî. Li pey mîtolojiya Êzîdîyan her sal Xudê, xwedawendekî"milyaketekî"ji heft xwedawendên xwe dihinêre ser erdî, jiboyî ku li wê salê serperiştiya sîstemê jiyanê bigre dest xwe. Êzîdî piştî gelek duayên xwe dibêjin :"Ya milyaketên ber salê, hûn me sitar bikin ji qedayê ji belayê". Bawerya Êzîdîyan wiloye ku bi hatina vî xwedawendî, erd bi xeml û xêz dikeve, giyanewer û sirûşt bi dest pêka vê dem salê avis dibe, bi vê helkefta pîroz şahî û cejin li her derê tên gêran.Pendek pêşînan heye di bêje" Melik zên hat xwarê, deng kir li biharê, ne li hêre tenê bigre heya bi çiyayê Şengalê ".Di mîtolojya Êzîdîyan de hatiye ku nîsan bûka hemû mehaye, Xwedawend têde zewicîne, ji ber hindê jinînan û zewac li vê meha pîroz de herame.

Erkolojiyê ferensî "kontîno", yê ku şarezayek mezin di warê jiyana Asûrî û Babilyan de hey, sebaret hebûna vê cejnê li cem van herdû miletên navbirî dibêje ku:"Sexmeratî jinînana pîroz di vê cejnê de, li gişt peristgehên Babilî û Asûriyên kevin de, nivêj û rêûresmên xwezayî dihatin lidarxistin.cotekî xwedawendan bi vî karî radibûn,yan şûna wan dû kahinên din yên nêr û mê parçek vê ·anogeryê her sal pê·kêşdikir .
Lêkolînvanê Ingilîzî Corc rû dibêje ku:" Berê miletên kevin,bi rêya jinînana pîroz a xwedawendan,berê moletên kevin ji zîdebûna verêja xelik,pez,dxil û danê xwe pişt rast dibûn.Ew jinînan jî her sal bi keyîv û xweşî li bîr di hat",dîsan dibêje ku"Her sal bihar mîna behiştê bû bo Somerî û Ekedya, wî çaxî çavê her kesî li wan rêûresman bûn yên ku bi dirêjiya-11 rojan-li Payîtextî dihatin sazkirin û li darxistin, hêvî û mirazên her hawilatiyekî mezobotamî bi vê cejnê ve girê dayî bûn".
Tewafên Êzîdîyan, yên ku Îroj bi dirêjiya meha nîsanê, li her gundekî tên gêran û bi coşek mezin li her ciyekî Êzîdî lê dijîn tên pîrozkirin, dîsan ew kernevala ku linîsana li bajarê musil niha jî tê gêran, ku bi paytexta Asûriayan di hat hijmartin, girêdayî hevin, her dû jî paşmayên mîtolojiyek pir kevnarin.
Êzîdî dibêjin axkolan di vê meha pîroz de herame, jiberku vê mehê erdî avise, sebaret vê yekê"kontîno" dibêje ku:"di koka xwe de ev cejn ya xwezayî bû, bi dû rengan di hat pîrozkirin, yekem: behîdariya sirûştî(xwezayî)li ser hemû tiştên jîndar, diwem: şahîgêrana sirûştî ye bi vegeryana jiyana her tiştî.Êzîdî jî di vê cejnê de, ji aliyekî keyfê dikin û ji alek din ve miryên xwe li bîr tînin.Êvara cejnê her malek nanek taybet dipêjin ku jêre dibêjin sewik, piştî ku her jimarek wan sewikan binavê miryekî(a) xwe bi navdikin, li ser malên gundiyên xwe belav dikin.sibeyîka cejnê di germe germa pîroziyan de, jinên gundî bi buxçikên pirî zad û fêkî ve qesta goristana gundî dikin.Malxoyên malan jî her yek qesta nav zeviya xwe dike û qaçikên hîkênbi renga xemilandîn li nav çandinîyên xwe belav dikin.bêrîvan jî mastê wê rojê dikin hêvênê hemû salê û tevaya wê rojê berxikan berdidin ber makan da ku bi vê cena pîroz mêjanê bikin ji ber ku şîrê wê rojê tenduristiye.helbet wê rojê xelatek başpêşkêşî şivanan dikin.
Berî çavê rojê zerbe ku Êzîdî dibêjinê çavê şêşims,pêwîste her malekê serderyên xwe xemilandibin bi qaçikên hikên rengîn û kulîlkên nîsanê yên sor. Êzîdî rêzgirtin û xemla jiyanê bi rengînkirina hîkan derdibirin(tînin ziman).

Çima hêk bo vê mebesta pîroz bikartên?.
Ji ber ku hîk jêderê jiyanê ye û her jiyanliberek ji hîkê dirist dibe.

Berê Iraniyên kevin jî ev cejne hebû û her bi heman navî, her sal li çarşema dawiyê ji salê anku digel cejna Newrozê,niha hindî û elmanî jî li jêr navên cuda, lê her bi xemiladina hîkan vê cejnê pîroz dikin. Ji ber vê yekê ez jî bawer dikim ku serçavkên vê cejnê gelek dikevnin,jiber ku vedgeryên serdemê peydabûna bîrûbaweriyên miletên Arî.
Êvara cejnê li lalişa pîroz Qewil û sirûdên olî tên gotin û sema tê gêran(kê·an),çirayekî mezin tê helkirin û ji agirê wî çiray çendîn fitîl li ser nîşangehên xasan li geliyê lalişê tên vêxistin,di gel ku roj perên xwe dadhêle û ber bi avabûnê ve diçe li geliyê pîroz dîmenekê fantazî dirist dibe û dibe kernevala rengan.

*roja 3/nîsan/1999án di rojnama Özgürpolotîk de "pişka Kudrî" hat weşanden

 

Aezidxaname 7 BesucherAezidxaname


div style="font-weight: normal; font-size: 14pt; filter: glow(color=red,strength=4); width: 100%; color: white; line-height: normal; font-style: normal; font-variant: normal">يا الله يا طاووس مللك
 

 

3333333333 http://yeziditruth.org/yahoo_site_admin/assets/images/yezidi_lalish.22890938_std.jpg http://1.bp.blogspot.com/_PDKIn33kyBs/RevB31B82MI/AAAAAAAAABI/2t-tsFP4YR4/s320/yezidmunk.jpg http://www.smh.com.au/ffxImage/urlpicture_id_1059084213643_2003/07/25/26wldsheikadi.jpg <><><><><><><> http://www.faz.net/m/%7B6E18B746-8AC5-4C72-82AD-360931F5C585%7Dg225_4.jpg http://efrinshader.de/Wene/shader-24-8-2010/Lalish.gif

 

 

ادارة موقع ايزيدخاننا سعود قأيدي
 

 

 

جميع الأراء والمقالات التي تنشر في الموقع تعبر عن أراء أصحابها ولاتعبر بالضرورة عن راي موقع يزيدخانناwww.Aezidxaname.page.tl
Aezidxaname1@yahoo.de
Bxêr Bhên Méhvanén Brûmêt Îíbo Malpêra Gêlê Yêzídxanê Dêngê Bên Dêst û Zûlm Lsêra Dêngê Gêlê Haftí û Dê 73 Fêrman Lê Rabûí Mêltê kû Bdrêîía Dírokê Têm Goştênû Talan û Zolm Lêser û Hêrdêm Bhíví Kû Çarêkê Bê Têrs Bbêîít Êz Yêzídí Mê Êgêrê damzêrandêna Vê Malpêrê Êûê Kû Bhamû Şíanên Xo Bkarín Xêzmeta Aolû Nêtawa Yêzídí Bêkêín Hívídarín kû Bkarín Lgor Şíanên Xo Xêzmêta Yêzídíatíê Bkêín Malpêra Aêzídxana mê Mala Hêr Yêzídíêkí ía Lêhêr Dêrê Bít Farêq Nínê Yêzídí Hamû Branê Bhíví Mê Kû Êgrtêna Gêlê Mê Xort Têr Bêbê û Têvda Dêngê Xo û Dêste Bêden Hêv Îíboí Kû Êm Îí Mína Hêr Ênsanêkí Kû Lêsêr Rûê Ví Êrdí DÎít Êm Îí Azad û Sêrbêst BÎín Lê Wêlatê Xo Aêzídxanaê Slav Îíbo Gêlê Mê Lê Hêrdêrê Dêm Baş Slavû Rêz Îí Malpera Aêzídxana Mê Bsêr Pêrêştía Suud Baro Qaidi لغة المستعرض لديك هو : This website was created for free with Own-Free-Website.com. Would you also like to have your own website?
Sign up for free